Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş serdanên xwe yên 12-17’ê berfanbarê yên li Kanedayê bi dawî kir û vegeriya Tirkiyeyê.
Demîrtaş ku roja 12’ê berfanarê li Ottawa û Torontoyê hevdîtinên payebilind pêk anî, tevlî şeva piştevaiyê ya Komeleyên Kurd ên li Toronto û Montreal bû.
Demîrtaş li Balafirgeha Toronto Pearsonê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Zarokên Kurd kulîlk pêşkêşê Demîrtaş kirin û pankarta “Birêz Serokê Giştî Tu bi Xêr hatî Kanedayê” vekirin. Demîrtaş bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.
Piştî vê pêşwazîkirinê Demîrtaş bi karwanekî çû Navenda Civaka Kurd a li Torongoyê û li vir jî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Demîrtaş li vir axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya rêxistina Kurdên li Diasporayê.
Demîrtaş tevî delegasyonek 30 kesî roja 13’ê berfanbarê çû Ottawayê û li Parlementoya Kanedayê bi Parlementerê Partiya Lîberal ê Scarborough û Alîkarê Serokê Giştî yê Komîteya Partiya Lîberal a Pirçandî Jim Karygiannis re hevdîtinek pêk anî.
Heman rojê ji aliyê parleneterê Partiya Hukûmetê Mark Adler ve hate pêşwazîkirin, piştî hevdîtinekê, bi pisporên polîtîkayên derve yên Kaneda û dîrektorên maseya Rojhilata Navîn ên Wezareta Derve ya Kaneda rehevdîtin pêk anî.
Demîrtaş biParlementerê herêma Churchill Niki Ashton re hevdîtin kir û derbarê pirsgirêka Kurd û civaka Kurd li Kanedayê de agahî bi hev re parve kirin.
Piştre jî tevlî xwarina ku ji bo xatirê Demîrtaş ji aliyê Komîteya Kurd a Ottawayê ve hate dayin bû. Demîrtaş li wir bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û bi Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re sohbet kir.
Demîrtaş 14’ê berfanbarê bi Parlementerê partiya Lîberal Judy Sgro re hevdîtin pê anî û ji ber desteka ku dide civaka Kurd a li Torontoyê malavahiya wî kir.
Dmeîrtaş roja 14’ê berfanbarê bi nunerên sendîkayan re hevdîtin pêk anî û li vir ji ber alîkariya ku di dema erdheja Wanê de dabûn malavahiya sendîkayan kir.
Demîrtaş roja 15’ê berfanbarê bi Serokê Giştî yê Partiya Lîberal û Parlementerê Navenda Torontoyê Bob Rae re hevdîtine pêk anî û ji ber agahiyên berfireh ên Rae derbarê Kurdan de ew pîrozkir. Demîrtaş ji bo pêşxistina têkiliyan bal kişand ser girîngiya rola Partiya Lîberal û derbarê xebatên BDP’ê û hewldanên wê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de agahî da.
Demîrtaş heman rojê tevlî xwarina ji bo piştevaniya Komeleya Civaka Kurd a Torotonyê ku 800 kes têde amade bû, bû. Hunermendên herêmî tevlî şevê bûn û girseyê coşandin. Aşiq Îvanî, Hozan Azîî û Hozan Turgut derketin ser dikê. Kurdan di şevbêrkê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan.
Di şevê de her yek ji Demîrtaş û Parlementerê Scarborough Jim Karygiannis axaftinek kirin. Demîtaş bal kişand ku pirsgirêa Kurd bi înkara bi sed sal e berdewam kiriye dest pê dike, êdî gihiştiye asta çareseriyê û çareseriyeke bi rûmet êdî bivênevê ye. Demîrtaş bal kişand ku berxwedan Ocalan a ku 14 sal in di Zîndana Îmraliyê de berdewam dike, berxwedaneke dîrokî ye û her wiha bal kişand ser girîngiya azdiya Kurdan ji bo aşitiya li Rojhilata Navîn. Ji bo vê yekê banga piştevaniyê kir.
Demîtaş 16’ê berfanbarê beşdarî şevbêrk li Navenda Civaka Kurd ali Montrealê hate lidarxistin bû û li vir jî bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Tevî Demîrtaş Seroka Komîteya Pirçandî ya Partiya Lîberal a Kaneda Daniela Chivu û parlementerên Partiya Block Qubequise tevlî şevbêrkê bûn.
Demîrtaş 17’ê berfanbaê tevlî taziyeya li Navenda Civaka Kurd a li Nort Yorkê bû û ji bo malbatê daxwaza sebrê kir û sersaxî xwest. Demîrtaş roja 17ê berfanbarê bernameya xwe ya li Kanedayê bi dawî kir û vegeriya Tirkiyeyê.