Serçeteyê AKP'yî Kulunk çeteyên xwe li Tirkiyeyê civand
Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ku weke şefê çeteyên li Ewropayê yên rejîma Erdogan tê naskirin, derket holê ku beriya êrîşa li ser Efrînê, çeteyên xwe yên li Ewropayê li Enqereyê civandiye.
Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ku weke şefê çeteyên li Ewropayê yên rejîma Erdogan tê naskirin, derket holê ku beriya êrîşa li ser Efrînê, çeteyên xwe yên li Ewropayê li Enqereyê civandiye.
Di lêpirsîna polîsên Elman a der barê çeteya "Osmaniyên Elmanyayî" de, wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk weke kesê sereke tê dîtin. Kulunk ji tirsa girtinê nikare biçe Ewropayê. Derket holê ku ji ber vê yekê jî çeteyên xwe yên li Ewropayê, li Tirkiyeyê civandiye.
ÊRÎŞÊN JI BO DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DI ROJEVA WAN DE BÛ
Serokên şûbeyên herêman ên UETD ku nûnerên tora çeteyan a li Ewropayê ye, 15 û 16'ê Çileyê li Stenbol û Enqereyê bi serçete Kulunk re civîn kirin. Li gorî agahiyên ku ANF'ê xwe gihandê, di civînan de karê dema bê ya rêxistinbûna çete ya li Ewropayê û di dema hewldanên dagirkirina Efrînê de karê divê li Ewropayê bê kirin hatine nirxandin. Kulunk ji çeteyên xwe xwest, ku bi çalakiyên provokasyonê pêşî li çalakiyên li Ewropayê yên ji bo Efrînê bigirin.
BI ERDOGAN RE LI QESRA WÎ HEVDÎTIN KIRIN
Berpirsyarên çeteyên li Ewropayê her wiha 16'ê Çileyê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re li qesra wî hevdîtin kirin. Çeteyan ji Erdogan jî fermana li dijî Efrînê girtin û piştre berê xwe dan Ewropayê.