Şer û bombebaranên li Sûriyê didomin

Şer û bombebaranên li Sûriyê didomin

Li gelek herêmên Sûriyê şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê  de didomin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin li taxa Hewîqa ya Dêra Zorê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê de didomin. Hate gotin ku di encama pevçûnên duh di saetên şevê de pêk hatin de çekdarekî opozisyonê hatiye kuştin. Balafirên rêjîmê jî taxa Sîna ya Dêra Zorê bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne, her wiha ziyana madî ya zêde li derdorê çêbûye.

Hate hînbûn ku li derdora tugaya 17'an a rêjîmê ku li nêzî Reqayê ye, di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên DAIŞ'ê de şer derketiye û di encamê de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne.

Malpera Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî diyar kir ku şevê din li bajarokê Dirûşa yê paytext Şamê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de pevçûn derketine. Hate ragihandin ku di encama pevçûnan de kuştiyên herdu aliyan çêbûne. Her wiha hate diyarkirin ku şevê din balafirên rêjîmê taxa Humis a Kevin û herêma Cûret El-Şeyah ên Humsê bombebaran kirine, lê der barê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din balafirên rêjîmê herêma Menşiyê ya Deraa bombebaran kir, her wiha taxa Şerqiyê ya Besra El-Şam û taxa Cisor ên Deraayê topbaran kir. Hate gotin ku di encama topbaran û bombearanê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne û ziyana madî ya mezin li derdorê çêbûye.

Hate ragihandin ku balafirên rêjîmê taxa Qabûn û Muxeyem El-Yermûk ên Şamê bombebaran kirine, her wiha şer û pevçûn li herêma Xûta ya Şamê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de derketine. Der barê encama bombebaranê û şer de tu agahiyiyên zelal nehatin girtin.

Şer û pevçûnên li Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opoziysonê de li gelek deveran dewam dikin.