Sendîkayên Îngiliz daxwaza azadiya Ocalan kirin
Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist.
Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist.
Kongre li bajarê Brîghton ê Îngilistanê pêk hat. Nûnerên sendîkayan di dema kongreyê de posterên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" bi hev re hildan û nîşan dan ku ew piştevaniya gelê Kurd dikin.
Saziyê heman peyam li twîtterê jî parve kir.
Congress #TUC2019 calls for @ocalanfree pic.twitter.com/pyKL9thva7
— TUCGlobal (@TUCGlobal) September 8, 2019
TUC ku li Îngilistanê 50 sendîka û 5.6 milyon karker û kedkarên endamên wan temsîl dike ji sala 1868'an ve karê sendîkayê dike.