Sendîkaya Egîtîm-Îşê li Kastamonûyê li pey provokasyonan e
Şaxa Egîtîm-Îş a Kastamonûyê, li bajêr ji ser HDP’ê serî li provokasyonan dide.
Şaxa Egîtîm-Îş a Kastamonûyê, li bajêr ji ser HDP’ê serî li provokasyonan dide.
Şaxa Egîtîm-Îş a Kastamonûyê, li bajêr ji ser HDP’ê serî li provokasyonan dide.
Namzetê HDP’ê yê Kastamonûyê Hamza Ozkan ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana saziyên civaka sivîl û sendîkayan, rastî êrîşên provokatîf ên Sendîkaya Egîtîm-Îş’ê hat.
Ozkan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di çarçoveya xebatên xwe de çûye serdana sazî û sendîkayan û got ku yek ji van sendîkayan jî Egîtîm-Sen bû û wiha got: “Piştî serdana me ya Egîtîm Senê me wêneyên xwe bi çapemeniyê re parve kir. Serokê Egîtîm-Îşê Ahmet Tevfîk Bal wêneyên min digire û li ser facebookê weke ‘ PKK, Egîtîm Sen, destê wan di destê hev de ne. Rûyê wan ê rast bibînin. Armanca wan ev e ku van deran tevlî hev bikin.’ parve kiriye.”
Ozkan, hişyar kir û got ku ew ji bo biratiyê li Kastamonûyê ne û ev nêzîkatî wê zerarê bînin.