Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Sendîkavanê Îngiliz Burke: Ocalan wê li wê giravê bi tenê neyê hiştin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite the Union ku kampanya 'Azadî ji Ocalan re' dimeşîne Tony Burke diyar kir ku wê kampanya xwe xurtir bikin û got, "Ocalan wê li wê giravê bi tenê neyê hiştin."

Kampanya "Azadî ji Ocalan re" ji aliyê mezintirîn sendîkayên li Qraliyeta Yekbûyî Unite the Union a ku 1.5 milyon endamên xwe hene û GMB'ê ku 700 hezar endamên xwe hene, tê meşandin. Gelek sendîka û tevgerên çandê tevlî kampanyayê bûn. Bi milyonan karker û kedkar ji aliyê rêxistinên di nava kampanyayê de tên temsîlkirin.

Sekreterê Giştî Yê Unite the Union Tony Burke di heman demê de endamê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ye. Vê delegasyonê sala 2019'an di dema grevên birçîbûnê de serdana Tirkiyeyê kiribû.

'YEKÎTIYA EWROPA BÊDENG E, PARLAMENTA EWROPA DIKARE SEKNEKE ZELALTIR NÎŞAN BIDE'

Tony Burke ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û destnîşan kir ku bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'cihê şermê ye'.

Burke got, "Yekîtiya Ewropa (YE) li dijî tecrîdkirina Ocalan helwestek tund nîşan nade. Yekîtiya Ewropa û Parlamenta Ewropa (PE) xwedî hêz e û dikare li dijî tecrîdê tiştekî bike. Dikarin helwestek zelal nîşan bidin. Li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Em dibînin ku dikare ji YE re tiştekî bêje. Sedema vê yekê bêdengiya YE ye. Gotina me ya di vê mijarê de êdi pir zahmet e. Lê divê em tiştekî bêjin."

'OCALAN MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎN E'

Burke da zanîn ku tecrîd heqareta herî mezin a li dijî mirovahiyê ye û wiha axivî: "Me ev yek di her platformê de dubare dubare vegot. Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e. Divê bê berdan. Lê mixabin Ewropa li dijî vê şermê tu helwestê nîşan nade. Niha li Îngilistanê hikumeteke muxafazakar heye. Em bi hikûmetê re dikevin nava têkiliyê, lê em nikarin encam bistînin."

Buke bilêv kir ku Partiya Karkeran li Îngilistanê dem bi dem tecrîdê tîne rojevê û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku em ji Yekîtiya Ewropayê derketin, qada tevgera me teng bûye. Lê em di her platformê de bi hempîşeyên me yên Ewropayê re tînin ziman. Gav neavêtina YE ya li dijî tecrîdê xeyalan dişkîne.

AZADIYA OCALAN WÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE

Vîzyona Ocalan, huner û hêza wî ya li qada navneteweyî, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Yek ji aktorê herî girîng e. Ji aliyê civaka Kurd ve hurmetek pir mezin dibîne. Ji ber vê yekê ez dibêjim Mandelayê Rojhilata Navîn. Mandela li Girava Girtîgeha Robben hatibû girtin. 27 salan girtî ma û 18 salan li giravê ma. Pirsgirêka Başûrê Efrîkayê piştî Mandela ji Girtîgeha Robben hat berdan û azad bû hat çareserkirin. Ez bawer dikim ku piştî Ocalan azad bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe."

'DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN'

Buke da zanîn ku li Tirkiye pergala diktatoriyê heye û wiha got: "Erdogan her ku diçe biryarên hişk digire. Divê em li Qraliyeta Yekbûyî û welatên Ewropa bînin ziman ku pêwist e Ocalan bê berdan. Niha Joe Biden Serokê DYE'yê ye. Ez dizanim ku Biden bêhtir dikare li mirovan guhdar bike. Dostên me yên em bi sendîkayên li DYE'yê bixebitin hene. Dostên me dikarin di vê mijarê de bala Joe Biden û Kamala Harris bikişînin ser vê mijarê."

Buke bibîr xist ku gelek kes li Yekîtiya Ewropa der barê tecrîdkirina Ocalan de ne xwedî agahî en û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê em bi rêya çapemeniyê û pirtûkan hewl didin vê kampanyayê belav bikin. Ji ber Tirkiye û YE bi bazirganiyê bi hev ve girêdayî ye, zêde van daxwazan li ber çavan nagire. Ji ber vê yekê em raste rast bi gel û rêxistinên civakî re dikevin nava têkiliyê. Di kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' de navdarên Îngîlîzan, lîstikvan, muzisyen, gelek kesên din hene. Divê em peyamên xwe bigînin tevan."

Burke da zanîn ku di sala 2019'an de Tirkiye ziyaret kirin û di bin banê Unite the Union de gelek xebat kirin. Bi piştgiriya Brîtanya kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' dest pê kirin. Lê ji ber şewba vîrûsê ev xabat belav bû. Niha li ser hesabê Twitter û Facebookê ev xebat tê meşandin. Me daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî' di her platformê de anî ziman. Me bi Sekreretê Giştî yê Sendîkaya TUC Francis O'Grady û sendîkayên din re daxuyanî dan çapemeniyê.

Burke herî dawî anî ziman ku piştî şewba vîrûsê bi dawî bibe armanc dikin ku heyeta ji nûnerên sendîkayan pêk tê ava bikin û wiha got: "Ku şewba vîrûsê bi dawî bibe em dixwazin bên Tirkiyeyê. Ocalan wê li giravê bi tenê neyê hiştin."