Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Senatorê Frensî: Ji bo pirsgirêka kurd divê êdî ji nedîtî ve neyên!

Senatorê Frensî: Ji bo pirsgirêka kurd divê êdî ji nedîtî ve neyên!

Senatorê Fransî Michelle Billout daxwaz kir ku operasyonên girtin û binçavkirinê yên li hemberî kurdan bi dawî bibin û wiha got: “Pirsgirêka kurd divê êdî ji nedîtî ve neyê.”

Senator Michelle Bîllout ji sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Tahsîn Burcuoglu re nameyek şand û di nameyê de bi bîr xist ku di 7’ê kanûnê de tevî şaredarê Sêrtê Selîm Sadak bi giştî 87 kes hatin binçavkirin.

Billout da zanîn di dawiya meha cotmehê de ew jî di nava delegasyona Fransayê de bû û bi Selîm Sadak re hevdîtin kirine û got ku di dema serdana Kurdistanê de bi siyasetmedar, parlamenter, şaredar, sendîkavan, nûnerên komeleyan, parêzer, doktor, xwendekarên rastî zextan tên re hevdîtin kirine.

Billout da zanîn ku destnîşan kir ku rewş ji qasî ku difirin zêdetir xeter e û diyar kir ku li Dêrsim, Edene û Rihayê li hemberî BDP û rêxistinên civaka sivîl operasyonên binçavkirinê pêk tên.

Billout got ku girtina kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li dijî mafê mirovan e û skandaleke mezine û got ku ew ji ber vê rewşê bi fikar e.

Billout wiha got: “Li Tikriyeyê û hemû cihên din yên binpêkirinên mafan pêk tên divê bên rawestandin. Kurd divê wekhev û azad bijîn. Divê ji bo pirsgirêka kurd êdî ji nedîtî ve neyê.”