Senatorê Fransayî: Em bi berxwedana we ya wêrek re ne

Senatorê bajarê Isere yê Fransayê Guillaume Gontard ji Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç re nameyek şand û got, li dijî tecrîdê ew bi berxwedana gelê Kurd re ne.

Endamê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Gontard ku Alîkarê Serokê Komîsyona Pêşvebirin û Avahîsaziyê ya Senatoyê ye, di heman demê de endamê Koma Komunîst, Komarparêz, Ekolojîst û Welatiyan (CRCE) ye, ku ji gelek partiyên çep pêk tê.

PIŞTGIRÎ DA BERXWEDANÊ

Gontard di nameya xwe de destnîşan kir ku berxwedana li dijî tecrîdê 'helwesteke wêrekî' ye. Senatorê Fransayî Guillaume Gontard bal kişand ser nameya çalakgeran ku 19'ê Sibatê ji wî re şandin û bi bîr xist, ji aliyê siyasî ve ew xwedî li Ferhat Encu derdikeve ku yek ji parlamenterên girtî ye. Gontard anî ziman, bala wî li ser pirsgirêka Kurd e û ew bi têkoşîna pêşverû ya HDP'ê re ne ku li Tirkiyeyê tê meşandin. Gontard destnîşan kir, ew piştgiriyê dide berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ku ji 17'ê Kanûnê ve didome.

Senatorê Fransayî got, "Ez dixwazim piştgiriya xwe pêşkêşî vê însiyatîfa we ya zehmet bikim ku ji bo doza gelê Kurd hûn bi milîtanî, wêrekî tevdigerin." Gontard diyar kir, neheqiyên li gelê Kurd tên kirin divê hemû bi dawî bibin.

BANGA 'BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ' LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIR

Guillaume Gontard ji bo civaka navneteweyî jî got, "Binpêkirina mafên gelê Kurd ên bingehîn divê bi dawî bibin. Civaka navneteweyî ji bo parastina peymanên navneteweyî, divê tevdîrên lezgîn werbigire."

BANGA LI HIKUMETÊN FRANSA Û EWROPAYÊ

Gontard bal kişand ser rola ku Fransa û welatên din ên Ewropayê li ser dewleta Tirk bilîzin û destnîşan kir, êrîşên li dijî gelê Kurd ên li Tirkiyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê divê rawestin.