Senatorê DYA'yî li ser dagirkeriyê hişyarî da Tirkiyeyê

Senatorê DYA'yî li ser hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo girankirina êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava hişyarî da û got, Di rewşeke wiha de wê Tirkiye di nava bikeve nava çiravekê."

Senatorê DYA'yî û endamê Komîsyona Xizmetên Çekdar Lîndsey Graham, piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, doh li Bexdayê daxuyanî da. Graham li ser niyeta Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina êrîşên xwe yên dagirkeriyê hişyarî da.

Grahan li dij derket ku dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Bab û derdora wê bê kûrkirin û got, "Di rewşeke wiha de hûnê bikevin nava çiravekê."

Graham da xuyakirin ku divê Tirkiye piştgiriyê bide hebûna leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê û destnîşan kir ku hebûna van leşkeran tiştekî 'baş' e.

Graham diyar kir ku wî gotinên xwe yên li ser hebûna leşkerên DYA'yî ji Serokkomarê Tirk re jî gotiye. Graham ji bo YPG'ê ya ku beriya niha ji xwe ragihandibû ku ji Minbicê derketiye got, mayina wan li rojhilatê Firatê 'têrê' dike.