Senator bi tundî li ber dîmenên ku Erdogan nîşan da rabûn

Di hevdîtina Trump-Erdogan de ku aliyê Tirk hewl dide weke 'serketinê' nîşan bide, tê gotin ku fîlmê propagandayê yê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan nîşan da bû sedema nerazîbûneke mezin û senatoran rexneyên tund kirin.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Axîosê, di dema hevdîtinê de Erdogan dîmenekî ku YPG'ê nebaş nîşan dide û bi 'terorîzmê' sûcdar dike nîşan da.

Dîmenê ku dubareya derewên dehan salan ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bû, di hevdîtinê de bû sedema nerazîbûna pênc senatorên Emerîkî. Li gorî nûçeya malperê di serî de Lîndsey Graham senatoran ji bo dîmen gotin 'absurt' û 'propaganda ziwa'.

Graham ji Erdogan re got, "Ez jî biçim gel Kurdan û ji wan bixwazim ku dîmenekî bikişînin bê we çi bi wan kirine?"

Li gorî detayên hevdîtinê ku CNN'ê ragihand, Lînsey Graham ku hin caran bi alîgiriya xwe ya Tirkiyeyê dide pêş, bi Erdogan re nîqaşên tund kirin.

Di nûçeya Axîosê de hate destnîşankirin ku dîmenê propaganda ziwa bi ti awayî nebû cihê baweriyê û Trump tenê carna dest li nîqaşa navbera Senatoran û Erdogan werda. Di nûçeyê de hate gotin, Trump 'xwe vedigirt' û tenê weke 'polîsê trafîkê' carna tevlî nîqaşê dibû.

GRAHAM BI DEREWA 'TÊKOŞÎNA DIJÎ DAÎŞ'Ê BERSIV DA GOTINA DAGIRKERIYÊ YA ERDOGAN

 Tê gotin ku Senator Graham di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirk yekser bi gotina 'dagirkeriyê' pênase kir û vê yekê jî Erdogan dîn û har kir. Dema ku Erdogan nerazîbûn nîşanî vê yekê da Senator Graham jî nerazîbûn nîşanî Erdogan da ku gotina Tirkiyeyê ya 'têkoşîna dijî DAÎŞ'ê' îdîayeke derewe.

GRAHAM: JI QSD'Ê BÊHTIR TÊNEKOŞIYAN

Tê gotin ku Senatorê Komarger Lîndsey Graham bi taybetî li dijî derewa Tirkiyeyê ya 'têkoşîna dijî DAÎŞ'ê rawestiya ye. Graham ji Axîosê re axivî û got, "Dewleta Tirk di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ji wan bêhtir (Kurdan) tiştek nekirin. Min ji Tirkiyeyê re vegot ku QSD'ê piraniya wan Kurd 10 hezar şervanên xwe ji dest da, birîndar bûn an jÎ êş kişandin. Emerîka wê vê ji bîr neke û wan bi tenê nehêle. Min ev yek ji wan re ragihand."