Sektora tûrîzmê ya li Tirkiyeyê li ber têkçûnê ye

Sektora tûrîzmê, ku ji bo girtina valahiya bazirganiya derve ya aboriya Tirkiyeyê gelekî girîng e, li ber têkçûnê ye.

Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bi welatên Yekîtiya Ewropayê, DYA û Rojhilata Navîn û şerê giran ê li bajarên Kurdan dibin sedem ku li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî rû bide. Bi destwerdanên demkî Tirkiye hewl dide aboriya xw eli ser piyan bigire. Sektora tûrîzmê, ku ji bo girtina valahiya bazirganiya derve ya aboriya Tirkiyeyê gelekî girîng e, li ber têkçûnê ye.

Tevî ku Tirkiyeyê di têkiliyên xitimandî yên bi Îsraîl û Rûsyayê paş ve gav avêt û pirsgirêkên bi Rûsyayê re çareser kir jî, aborî zindî nebû. Hejmara tûrîstên tên Tirkiyeyê her kêm dibe. Li Antalya, Mûgla, Stenbol, Îzmîr û gelek cihên din ên sektora tûrîzmê, ji ber nehatine tûrîstan esnaf li ber îflasê ne.

KRÎZA LI SEKTORA TÛRÎZMÊ GIRAN DIBE

Tevî ku mehên havînê û sezona tûrîzmê ye, tûrîzmkar ya li bendê bûn bi dest nexistin. Tûrîzmkar destnîşan kirin, ku AKP'ê Tirkiye aniye ber têkçûnê. Krîza li sektora tûrîzmê roj bi roj giran dibe. Bi hezaran kesên di vê sektorê de dixebitin, di rewşeke xetere de ne ku karê wan ji dest biçe.

Ji ber krîzê bi sedan otel û kargeh hatin girtin. Bi sedan ji wan jî dest guherandin. Tevî ku sezona tûrîzmê ye, otel nikarin tûrîstan peyda bikin. Otelên sektora tûrîzmê ji bo karibin tûrîstên xwecihî û biyanî peyda bike, kampanyayan lidar dixe û buhayên xwe kêm dikin. Ji bo îflas nekin jî bi hezaran xebatkarên xwe ji kar derxistin. Li bajarokên tûrîzmê ku otel yek bi yek tên girtin û bi hezaran mirov bê kar mane, esnaf jî nikarin kar bikin û ew jî derabeyên xwe dadixînin.

'70 Û 80 JI SEDÎ  YÊ OTELAN VALA YE'

Welatiyê bi navê Ahmet Demîr ê li Antalyayê di karê birin û anîna tûrîstan de dixebite, anî ziman ku sektora tûrîzmê ya li Antalyayê kêm maye biqede û bi hezaran mirov jî di rewşeke xetere de ne ku karê xwe winda bikin. Demîr diyar kir, ku berê wî her roj bi sedan tûrîst ji balafirgehê dibir otelan û got, "Niha 70 û 80 ji sedî yê otelan vala ye. Ev sektor êdî zerarê dike. Roje yek ya jî du tûrîstan dibim ya jî nabim. Tevî ku buha hatiye kêmkirin jî, ev sektor di dema xwe ya herî xerab de ye. Par krîza bi Rûsyayê re hebû, îsal jî krîz bi Elmanyayê re heye. Yanî eger Tirkiye bi vî rengî dewam bike, wê sektora tûrîzmê biqede."

'EV KRÎZA ABORIYÊ WÊ DI DEMEKE NÊZ DE XWE NÎŞAN BIDE'

Esnafekî li navçeya Kemer a Antalyayê ji ajansa me re axivî, ev nirxandin kir, "Tirkiyeyê ji ber ku hem li Kurdistanê, hem jî li Rojava li dijî Kurdan dest bi şer kir, dawî li xwe tîne. Ji xwe ji ber krîza aboriyê kêm maye welat têk biçe. AKP ji bo desthilatdariya xwe, temamiya budçeyê ij bo tinekirina me Kurdan bi kar tîne. Lê belê wê ti carî vê yekê bi ser nexîne. Di demeke gelekî nêz de wê ev krîz xwe nîşan bide. Helw didin vê yekê ji me veşêrin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê û li Rojava şer dikin. AKP piştî ku li hemberî Kurdan bi ser neket, vê carê jî krîzek bi Elmanyayê re afirand û hewl dide hilweşîna aboriyê veşêre. Lê belê haya wan jî nîne. Sektoreke bi tenê ya li Tirkiyeyê li ser piyan maye, nemaye. Çandinî, sewalkarî, pîşesazî qediyane. Tenê tûrîzm mabû ew jî ji ber krîzan li ber têkçûnê ye."