Sekn li HDP'yiyan nabe
Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê li her cihî bi girseyî tên pêşwazîkirin.
Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê li her cihî bi girseyî tên pêşwazîkirin.
Li taxên Guzelevler, Çirik û Dogankent ên navçeya Yuregîrê û li taxên Daglioglû û Karasû yên navçeya Seyhanê yên Edeneyê, civînên gel hatin lidaxistin û pêvajoya siyasî hate nirxandin.
Li taxa Yeşîlçîmen a navçeya Akdenîzê ya Mersînê buroya hilbijartinê hate vekirin. Li navçeya Toroslarê jî qehwexane hatin ziyaretkirin.
Nazmetên HDP'ê yên Tekîrdagê û parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan di çarçoveya karên hilbijartinê de li Çerkezkoyê buroya hilbijartinê vekirin û tevlî şahiya gel bûn. Hunermend Xêro Ebbas jî derket ser dikê.
Namzetên HDP'ê yên Îzmîrê, serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kirin. Li meydana Konakê jî stand danîn û belavok li welatiyan belav kirin. Wekî din li taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê jî buroya hilbijartinê hate vekirin.
Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê serdana dikandaran kir û belavok li wan belav kirin. Danê êvarê jî li taxa Gaffar Okkan a li Salîhliyê bi beşdariya bi hezaran kesî buroya hilbijartinê hate vekirin.
Rêxistina HDP'ê ya Aydinê li taxên Çeştepe, Yenîkoy, Kadikoy û Mîmar Sînan ên navçeya Efelerê serdana gel û esnafan kir.
Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li bajarokê Tilqebînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Li bajarokê Ereban ê Hezexê jî HDP'yî bi gel re li dora sifreya rûyê erdê civiyan.