'Şehîdgeha Xerzanê' bi meresimekê hat vekirin
'Şehîdgeha Xerzanê' bi meresimekê hat vekirin
'Şehîdgeha Xerzanê' bi meresimekê hat vekirin
Li Betlîsê ‘Şehîdgaha Xerzan’ ya ku cenazeyê 130 gêrîlayê PKK’ê tê deye bi meresimekî bi heybet hat vekirin.
Cenazeyên gerîlayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji destdayîn li gundê Olaka Jorê ya girêdayî navenda Bitlîsê komkirin, goristan ku têde hatin definkirin temam bû, bi beşdarbûna hezaran kesên derdorê û Bitlîsê hatin bi meresimekê Şehîdgeh hat vekirin.
Di demjimêrên sibehê de bi hezar kesên hatîn gund nimêja roja înê kirin. Piştî mewlûd li goristanê hat xwendin, bi meresimekê goristan hat vekirin.
Di meresima vekirinê de parlementerê BDP’ê Ozdal Uçer, Nazmî Gur û Husamettin Zenderlioglu, endama MYK’a BDP’ê Saadet Beceriklî, endamê PM’ê ya BDP’ê Sirri Sever, Rêxistinên BDP’ê yên navçe û bajarên Betlîs, Êlih, Mûş, wan, Sêrtê, nûnerên MEYA-DER’ê yên Amed, Mûş, Betlîs, Sêrtê, Tatvan, Serokên şaredariya Gimgim, Kop, Şîneg, Guroymak, Milazgir, Heşêtê û bi hezaran kes amadebû.
Nefîse Mete, li ser navê Înîsiyatiya Dayîkên Aşitiyê axivî û da diyar kirin ku ew dixwazin hemû êşên dayîkan kêşayî bidawî bibin û got: “Em li vêderê li ser goristanên Şehîdên xwe dubare dibêjîn, bila êdî şer bi dawî bibe, aştiyek mayînde bê.”
Serokê BDP’a Betlîs’ê Mehmet Can Demir jî axivtinek kir û bal kişand li ser avakirina goristanê û da diyarkirin ku gel bi nêzîkbûnên xwe yên fedekarî xwedî li goristanan derdikevin.
Parlementerê BDP’ê Ozdal Uçer jî silav ji wan kesên ked dane ku gihiştî ne vê pêvajoyê re şand û wiha got: “Em îro li vêderê, li ser vê axê eger jiyan dikîn, ji saya bedelên hatîne dayîne. Têkoşîna gelê me yê birûmet li her çar parçeyan berdewam dike. Îro dîsan li Rojava têkoşîn tê dayîn, heya mirinê emê têkoşînê bidîn meşandin.”
Uçar, anî ziman ku AKP dixwaze pêvajoyê sabote bike û wiha berdewam kir; “AKP ji despêkê ve bê cidî nêzî pêvajoyê dibe. Herî dawiyê me hemûyan bihev re dît pakêta demokrasiyê ya pêşkêşî raya giştî kirî vale derket. Ew yek nebese her dema ku rêdibîne li ser paritiya me ziman dirêjiyê dike. Wer xuda dike ku benê Erdogan qetiyayî ye çep û rast êrişan dike. Wiha pêvajo xira kirin li dîrokê xiyanet kirine.”
Piştî axivtinan gel goristin ziyaret kirin û ji şehîdgehê veqetiyan.