Şehîdên Pirsûsê li Kolnê hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Pirsûsê li bajarê Elmanya Kolnê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Şehîdên komkujiya Pirsûsê li bajarê Elmanya Kolnê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Çalakiya ji bo bîranîna 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li bajarê Kolnê hat hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Di çalakiya ji aliyê AvEg-Kon û Young Struggleyê ve tê organîzekirin de, di şexsê şehîdên Pirsûsê de diyarî jinan û koçberan hat kirin. Nûnerên Saziya Karavan a ji bo mafên koçberan têdikoşe jî hatin binê konê çalakiyê û li vir axivîn. Qisekeran gotin; "Ji wan mirovên hêja yên li Pirsûsê şehîd ketin em hîn bûn, ku bi gelên bindest re mirov dikarin jiyaneke bedewtir ava bikin û ji bo avakirina xwerêveberiyê jî divê têkoşîn were mezinkirin."
Di çalakiyê de li ser navê Koma Jinên ZORA, ‘Yenî Kadin’ Jinên Nû û Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin.