'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn

Xwendekarên welatparêz, demokrat û sosyalîst ên li Zanîngeha Çûkûrovayê dixwînin, şoreşgerên di nava meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

Xwendekarên welatparêz, demokrat û sosyalîst ên li Zanîngeha Çûkûrovayê dixwînin, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û Îbrahîm Kaypakkaya yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, bi meşekê bibîr anîn. Xwendekarên li qada R1 a kampusa zanîngehê hatin cem hev pankartên bi nivîsa "Şehîdên şoreşê namirin, şehîd namirin", "Li şehîdên meha Gulanê xwedî derkeve", "Şehîd rûmeta me ne" û wêneyên Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan û Hakî Karer vekirin.

Dûre bi qîrîna dirûşmeyan ber bi qada R2 ve dest bi meşê kirin. Di dema meşê de du xwendekar derketin ser banê dersxaneyê û pankarta ji wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya ya bi nivîsa "Ev pola wê ava vexwariye ji bîr neke" daliqandin. Bi daliqandina pankartê re xwendekarên li jêrê jî dirûşma Bijî piştevaniya şoreşgerî" qîriyan.

Li dû meşê li ser navê xwendekaran Ozlem Peker daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew Lîderê Komunîst Îbrahîm Kaypakkaya, ji pêşengên PKK'ê Hakî Karer, Çar lehengên têkoşîna azadiyê yên di zîndana Amedê de bedena xwe dan ber agir û hemû cangoriyên demokrasî û şoreşê bibîr tînin.

Peker got, "Di kesayetiya şehîdên meha Gulanê de em hemû şehîdên demokrasî û şoreşê yên li cîhanê û erdnîgariya me bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe bidin jiyîn." Piştî daxuyaniyê xwendekar bi qîrîna dirûşmeyan û lêdana çepikan belav bûn.