Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Dusseldorf, Essen û Bernê hatin bîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarên Dusseldorf û Essen ên Elmanyayê û Bern ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Li Dusseldorfê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Însiyatîfa Jinê, civîna bîranînê hat lidarxistin û Berxwedana Rojiya Mirinê a Mezin a 14'ê Tîrmehê hat silavkirin.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û Cîhanê destpê kir. Piştre ji şahidên berxwedana 14'ê Tîrmehê Îdrîs Guzel li ser vê berxwedana mezin axivî.

Guzel got, "Lehengên vê berxwedana bêhempa ji me re mîrateyeke mezin a berxwedanê hiştin. Hevrêyên Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan, li dijî her şêwe îşkenceya faşîst a dewleta Tirk li ber xwe dan û nîşanî tevahiay cîhanê dan ku ew rojekê jî li hemberî dijmin qels nebûne. Eger berxwedana bi heybet a 14'ê Tîrmehê nebûya, wê wateyeke Pêngava 15'ê Tebaxê nebûya. Di rewşeke ku hevalên me li zîndanê li ber xwe didan de, hevrêyê me Mahsûm Korkmaz yanî Fermandar Egîd nikarîbû bêdeng bima. Pêngava 15'ê Tebaxê berxwedana 14'ê Tîrmehê derxistiye asta herî bilind."

ESSEN

Li Essenê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi çalakiyekê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anî. Di merasîma bîranînê de Dayika Çîçek Qamişlo dayika Nazîre axivî û kesayetî û wateya têkoşîna Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek vegot. Hevserokê Meclîsa Gel Yilmaz Gultekîn jî da xuyakirin, hemû destketiyên heyî yên Kurdan, mîrateya şehîdan e û divê xwedî li wan bê derketin.

Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qediya.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê, kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a li Bernê ve hat organîzekirin û li avahiya Dem-Kurd a Bernê pêk hat.

Di çalakiya bîranînê de ku bi dehan kes lê amade bûn, ji Komîteya Malbatên Şehîdan Halîm Dayan, Hevserokê Meclîsa Gel a Bernê Mesût Hasgul û lis er navê HDK-Bernê Dogan Beklem axivîn, şehîdên Rojiya Mirinê bibîr anîn û girîngiya 14'ê Tîrmehê di dîroka têkoşîna Kurd de vegotin.

...