Seferatxaneyên YE’yê bersiv da progapandaya Geziyê ya hikûmetê

Seferatxaneyên YE’yê bersiv da progapandaya Geziyê ya hikûmetê

Seferatxaneyên mezin yên YE’yê bi propagandaya wezîrê YE’ê yê Tirkiyeyê Egemen Bagiş ya ku berxwedana Parqa Gezî wek ‘Çalakiyeke bi salan berê  hatiye plankirin’ bawer nekir û got: “azadiya fikr û ramanê û civînan jî tê de, di mijara rêzdariya li hemberî azadiyan de balkişand ser hewcedariyê.

Wezîrê yekitiya Ewropayê (YE) û muzakrevanê sereke Egemen Bagiş duh der barê berxwedana Parqa Gezî de ji seferataxaneyên mezin yên endamên YE’yê brîfîng da. Egemen Bagiş wekê ku ‘çalakiyên Geziyê bi salan berê hatiye plankirin’ nîşan da û hewl da terora xwe mafdar derdîne. Piştî vê brîfîngê seferatxaneyan daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Ev civîneke ku bi giştî nûnerên YE’yê bi hikûmetê re hevdîtineke pêk aniye. Bi taybetî di mijarên nêzîkatiya polîsan a li hemberî xwepêşendêran û hem jî hêza bê sînor ya polîsan hate nîqaşkirin. Me di civînan de diyar kir ku divê ev bûyer ji aliyê hikûmet û darazê ve bê şopandin û hesab bê pirsîn.”