SCS ên Îslamî nerazîbûn nîşanî bernedana wekîlên BDP'yî dan

SCS ên Îslamî nerazîbûn nîşanî bernedana wekîlên BDP'yî dan

37 saziyên civakî yên sivîl (SCS) yên Îslamî li Amedê hatin cem hev û li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî bernedana parlamenterekî serbixwe û 4 parlamenterên BDP'yî bi tundî şermezar kirin.

Li gel Memûr-Sen, Îmam Hatîp-Sen, MUSÎAD û Dîn-Bîr-Sen nûnerên 37 saziyên civakî yên sivîl li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev û der heqê operasyonên nelirêtî û bernedana wekîlên BDP'yî de daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê saziyên civakî yên sivîl ên Îslamî Serokê Memûr-Sen Şaxê Amedê Yûnûs Memîş metna hevpar xwend û îdîa kir ku bi rêya operasyona nelirêtiyê re hewl tê dayîn Tirkiye ber bi kaosekê ve were dehfdan. 

Memîş nerazîbûn nîşanî bernedana parlamenterên BDP'yî da û got, "Hem bi destê dadgeriyê hem jî bi manewrayên siyasî yên muhtelîf, pêvajoyên çareseriyê her carê hewl hatiye dayîn bê sabotekirin. Darbekarên 28'ê Sibatê, Ergenekonî û kesekî mîna Mûstafa Balbay ê ji sûcê hilweşandina hikûmetê ceza xwariye hatine berdan, lê belê 5 parlamenterên BDP'yî hînê bi awayekî neheqî tên ragirtin. Ev yek beriya her tiştî zerarê dide pêvajoya aştiyê. Hemû bangên ji bo çareserkirina vê neheqiyê, mixabin bê bersiv mane. Divê akûbeta wekîlên BDP'yî, ji însaf û edaleta dadgeriya ku gemarî bûye, neyê hiştin. Di serî de hikûmet, hemû siyasiyên ji vê rewşê nerazî ne, divê tavilê guhertineke qanûnî bikin û vê mexdûriyetê çareser bikin."