Saziyên Misilman ên li Fransayê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bang kirin

Saziyên Misilman ên li Fransayê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bang kirin

Li ser navê saziyên Misilman ên li Fransayê daxuyaniyek hat dayîn û êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên li Iraq û Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniya saziyên ku li gelemperiya Fransayê xwedî bandor in de hat destnîşan kir ku DAIŞ ne 'dewlet' e ne jî 'Îslamî' ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiyên barbarî yên DAIŞ'ê nabe bên parastin û eleqeya xwe bi prensîbên ola Îslamê re nîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li parêzvanên aştî û edaletê dikin, ku ol û baweriya wan çi dibe bila bibe, li dijî terorîzm û barbariyê bibin yek, li hemberî parêzvanên îdîaya 'şerê şaristaniyan' bibin bendek û ji bo vê jî bikevin nava hewldanên diyalog û piştevaniyê."

Di daxuyaniyê de her wiha bang li ciwanên Misilman ên li Fransayê dijîn û dixwazin tevlî DAIŞ'ê bibin jî hat kirin û hat xwestin ku haya ciwanan ji mezinahiya sûcên ku wê bibin 'hevparê' wan, hebe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eger ciwan bibin hevparê sûcekî bi vî rengî, wê li pêşberî "Xweda û mirovahiyê" bikevin bin berpirsyarî û barekî giran.

Di dawiya daxuyaniya saziyên Misilman ên li Fransayê de, di serî de yên li Fransayê dijîn bang li tevahiya Misilmanan hat kirin ku di nimêjên Înê de, ji bo mirovên rastî hovîtiya "terorîstên DAIŞ'ê" hatine dûa bikin.

Saziyên ku mora xwe avêtine binê vê daxuyaniya li dijî DAIŞ'ê ev in: Federasyona Komeleyên Îslamî yên Fransa Afrîka, Comores û Antîlî (FFAIACA), Komîteya Koordînasyona Misilmanên Tirk ên li Fransayê (CCMTF), Federasyona Neteweyî ya Mizgefta Mezin a Parîsê (FNGMP), Komeleya Foi et Pratique (Îman û Îbadet),  Mizgefta Mezin a Evry-Courcouronnes, Mizgefta Mezin a Lyonê, Mizgefta Mezin a Saint-Denis de l’île de la Réunion, Civata Misilmanên li Fransayê (RMF), Yekîtiya Mizgeftên li Fransayê (UMF) û Yekîtiya Komeleyên Îslamî ya Fransayê.