Saziyên Êzidiyan li dijî dagirkeriyê banga serhildanê kirin

Sazî û rêxistinên Civaka Êzidî yên li Ewropayê, helwesta hêzên navneteweyî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû dihêle, şermezar kirin.

Navenda Yekîtîya Komelén Ézdiya NAV-YEK, Sîwana Meclisa Jinén Ézidi Ewropa-SMJÊ, Hevgirtina Ciwanén Ézidî-HCÊ, Meclisa Şengalé ya Derveyî Welat-MŞD, Navenda Çanda Êzidxan-NÇÊ û Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidî yên Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "em wek pêkhateyên civaka Êzidî yên li Ewropayê, helwestê hêzên navneteweyî yên li hemberî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin."

Di daxuyaniya sazî û rêxistinên civaka Êzidî de hate diyar kirin, ku gelê herêmê ku faşîzma DAÎŞ'ê têk bir, niha bi qirkirina hevkarê DAÎŞ'ê dewleta Tirk re rû bi rû tê hiştin.

Hate destnîşankirin, ku parastina gelê herêmê ji dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk, erk û berpirsiyariya hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê ye.

Sazî û rêxistinên Êzidî, li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk, di serî de civaka Êzidî, bang li gelê Kurdistanê û hemû hêz û kesên alîgirê aştiyê, demokrasiyê, azadiyê û antîfaşîst kirin, ku rabin serhildan û berxwedanê.