Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê desteya xwe ya rêveber ji 9 kesan hilbijart

Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê desteya xwe ya rêveber ji 9 kesan hilbijart

 Meclîsa Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê, civîna xwe ya yekemîn li bajarê Dirbêsiyê bi beşdariya endamên meclîsa saziyê yên ji seranserê bajarên Rojava li dar xist, di civînê de xebatên saziyê hatin gotûbêjkirin û desteya rêvebir hate hilbijartin.

Meclîsa Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê, civîna xwe ya yekemîn li bajarê Dirbêsiyê bi beşdariya endamên meclîsa saziyê yên ji seranserî  bajarên Rojava lidar xist, di civînê de xebatên saziyê hatin gotûbêjkirin û desteya rêvebir hate hilbijartin. Civîna ku nûnerên saziyên hemû herêm û bajarên Rojava beşdarbûn de, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre rewşa dawî ya Sûrî û Rojava û xebatên saziyê yên dema borî hatin nirxandin û xebata dema pêş hate destnîşankirin.

Di civînê li ser konferansa saziyê û vekirina akademiya Rimêlan û Dirbêsiyê û rola saziyê di pêşxistina raman û felsefeya netewa demokratîk de, hate nîqaşkirin.

Di civîna Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê  de, Desteya rêvebir ji 9 kesan hate hilbijartin û Ebdil Kerîm Kurdî wek serok, Azad Heso û Leyla Keleş jî wek cîgir hatin hilbijartin.

Ebdil Kerîm Kurdî, serokê Meclîsa Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê diyar kir ku armanca saziyê li ser rêbazên netewa demokratîk perwerdekirina ramyarî û çandî ye.

Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê li bajarê Rimêlan û Dirbêsiyê du akademî vekirine û têpayîn ku di demên pêş de navendên xwe jî veke.