Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê konferansa xwe lidar xist

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê konferansa xwe lidar xist

Saziya Malbatên Şehîdan a Eyaleta Firatê bi beşdariya sedan endamên malbatên şehîdan ên Kobanê, Reqa û Girê Spî konferansa xwe ya 3. lidar xist.

Konferans li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandara YPG'ê ya herêma Kobanê Meysa Ebdo axivî û konferans li hemû malbatên şehîdan pîroz kir. Meysa Ebdo bal kişand ser berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê di parastina destketiyên gelê kurd de. Meysa Ebdo da zanîn ku gelê Rojava bi ked û berxwedana şehîdan gelek destketî bidestxistine û hîn bidest dixin.

Di konferansê de peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) a ji bo konferansê hete xwendin. Di peyamê de konferansa 3'yemîn a Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hate pîrozkirin. Di payamê de hate destnîşan kirin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi berxwedana şehîdan hate bidestxistin û şehîdên şoreşa Rojava wekî sembola şehîdên azadî û fedekariyê hatin binavkirin.

Di berdewama konferansê de beşek ji gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê Şehîd û Şehadetê de hatin xwedin. Piştre raporên xebatên saziyê yên sala 2013'an hate xwendin û nirxandin li ser hatin kirin. Di nirxandinan de li ser kêmasiyên xebatan hate sekinandin û hin rexne hatin kirin. Di konferansê de payama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate xwendin. Di payamê de konferans li hemû malbatên şehîdan hate pîrozkirin.

Rêziknameya navxweyî ya Saziya Malbatên Şehîdan di konferansê de hate xwendin.  Piştre endamên Saziyê pêşniyarên xwe kirin û li ser pêşniyaran dengdayîn hate kirin û di encamê de ev biryar hatin girtin:

1-      Komîteya amadekirina arşîvên şehîdan bê avakirin.

2-      Nirx û rûmeta şehîdan li beranberî hemû propaganda û binpêkirina bên parastin.

3-      Komîteya amadekariya pirtûkekê li ser şehîdên Eyaleta Firat bê destnîşankirin.

4-      Salvegera şehîdan û bi awayên cûda bên lidarxistin.

5-      Gorek taybet ku bibe sembola hemû  şehîdên herêmê bê çêkirin.

6-      Di saziyê de perwerdeya fikrî û îdolojî bê kirin, her wiha perwerdeya bi zimanê kurdî bê vekirin.

7-      Gorên hemû şehîdên herêmê, bînin goristana şehîdan a gundê Termik.

8-      Navê goristana Şehîdan  bikin goristana "Şehîd Dîcle".

9-      Çêkirina goristana Şehîdan bê temamkirin da ku layîqî nirxên şehîdan bibe.

10-   Sazî derbarê zarokên şehîdan de erkê xwe pêk bînin.

11-   Dema merasîman pêwîste hemû dikan bêne girtin.

12- Dema ku yek ji malbatên şehîdan nirx û zagonên civakî binpêbikin wekî çandiniya heşîşê, bazirganiya madeyên hişbiriyê,Selef û her wekî  dê ji malbatên şehîdan bê derxistin.

13- Şehîd Viyan, Rustem û Baz wekî sembola yekîtiya kurdan bên binavkirin.

14- Malbatên şehîdan li gorî herêm û bajaran bêne birêxistikirin.

15- Zarokên ku di teqîna li Kobanê de jiyanan xwe jidest dane"Suhêr Miheme Qeblan, Mihemed Mehmûd Qeblan, Ebdilkerîm Xelîl, Basil Xelîl û Xalid Hesen El-Xelef, Xelîl El-Şêx" semabola biratiya gelan bêne nîşan dan. Her wiha jina bi navê Necah Qasim ku di heman teqînê de jiyana xwe jidest da wekî sembola rizgarkirin biratiyan bê binavkirin.

16- Hemû şehîdên teqîna navenda Heyva Sor a Kurd wekî qurbaniyên terorê bêne binav kirin.

17- Pêwîste hemû sazî û dezgeh dema ku navê park, kolan an saziyekî li ser navê şehîdan bikin li Saziya Malbatên Şehîdan vegerin.

Di dawiya civînê de hilbijartin hatin lidarxistin û komîteya rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan ji 27 kesan hatin hilbijartin.