Sariyildiz li NY’yê axivî: Em bêdengiya we qebûl nakin
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz li NY’yê axivî û got, ‘’Ji ber ku li dijî hovîtiya li Cizîrê hûn bêdeng man Erdogan îro heman komkujiyê li Efrînê didomîne. Divê hûn tevbigerin.’’
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz li NY’yê axivî û got, ‘’Ji ber ku li dijî hovîtiya li Cizîrê hûn bêdeng man Erdogan îro heman komkujiyê li Efrînê didomîne. Divê hûn tevbigerin.’’
Kombûna Mafê Mirovan a 37’an a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Bûroya Cinêvê ya NY’yê didome. Di kombûna îro de ji hela ÎFOR’ê, saziya civaka sivîl ve bi mijara mafê mirovan a li Tirkiyê panêlek hate çêkirin. Panêl bi moderatoriya Nûnerê ÎFOR’ê Derek Brett ve hate kirin, yek ji şahidê herî nêz ê komkujiya Cizîrê Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz axivî.
SARIYILDIZ: BÊDENGIYA NY’YÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Sariyildiz bi slaytê komkujiya Cizîrê vegot. Sariyildiz got, ‘’Dewleta Tirk li Cizîrê 79 rojan sûcê şer û mirovahiyê kir. Komîserê Payebilind ê Konseya Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad El Huseyîn li ser tiştên ku wê demê hatin jiyîn got, ‘mirov behitî dimîne.’ Tiştên ku li Cizîrê bûne piştre di raporên NY’yê de weke ‘tabloya qiyametê’ hate xuyakirin. Lê ya ku jê re qiyamet dihate gotin sûcê şer û mirovahiyê bû lê bi rengekî vekirî ev negotin’’. Sariyildiz bi domdarî got nayê qebûlkirin ku NY hê jî bi ser bûyerên Cizîrê de naçe.
‘JI BER KU BÊDENG MAN SÛCÊ ŞER DIDOMÎNIN’
Sariyildiz got li gel ku dewleta Tirk li Cizîrê li ber çavê cîhanê sûcê şer û mirovahiyê kiriye û îro jî hê jî li bara Erdogan û hikûmeta wî bêdeng in, ev li sedema hebûna NY’yê nagunce û got: ‘’Wê rojê ji bo ku bêdeng man, îro Erdogna heman sûcê şer û mirovahiyê li Efrînê jî didomîne.’’
‘DIVÊ TEVBIGERIN’
Sariyildiz got dewleta Tirk tişta ku li Cizîrê dike niha hewl dide ku li Efrînê jî bike û ji bo ku li dijî dewleta Tirk û Erdogan derneketine helwest nîşan da.
Sariyildiz ku li gel biryara agirbestê ya ji bo mehekê ya Konseya Ewlehiyê ya NY’ê jî Tirkiye êrîşên xwe yên ser Efrînê didomîne û bang li NY’ê kir ku li dijî vê tevbigere.