Sariyildiz li Danîmarkayê hovîtiya li Cizîrê vegot

Sariyildiz ê HDP’yî li Danîmarkayê hovîtiya li Cizîrê vegot û xwest ku lê xwedî were derketin.

Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Danîmarkayê danûstandinan dike. Sariyildiz bi vexwendina Kurdistaniyên li Danîmarkayê tevlî civînên gel ên li Kopenhagenê û Horsensê bû. Pêwendiyeke baş ji bo civînan hebû, di van civînan de Sariyildiz tiştên ku li Cizîrê hatibû jiyan bi gel re par ve kir. Civîn bi sînevizyona bi navê ‘’Cizîr dibêje’’ dest pê kir ku bi vîdeoyan hovîtiya li Cizîrê ya di dema şer de hate nîşandan. Sariyildiz jî komkujiyên jêrzemînan ku bûbû şahidê wê bi gel re parve kir.

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Sariyildiz diyar kir ew xwe berpirsyar dibîne ku hemû tiştên li Cizîrê hatin jiyîn ji gel re vebêje û got, hikûmeta Tirk hewl dide ku tiştên ku hatine jiyîn înkar bike û berevajî bike. Di serî de Cizîr, Sariyildiz behsa rewşa însanî jî kir ku di dema ‘qedexeya derketina derve’’ de li bajaran hate jiyîn. Sariyildiz behs kir ku hilweşîn pir giran e, li gelek devaran gel hê jî di konan de dijî û ji ber ku kavilkirina bajaran berdewam e maleke wan a ku biçine jî nîn e. Sariyildiz bang li Kurdên Danîmarkayê kir ku xwedî derbikevin.

HEVPEYVÎNA BI ÇAPEMENIYA DANÎMARKAYÊ RE

Di roja dawî ya ziyaretê de redaktorê Polîtîken ku ku rojnameya navdar a Danîmarkayê ye, Anders Jerîchow û radyoya DR P1 Orîenterîng bi Sariyildiz re hevpeyvînek kir. Di hevpeyvînê de Sariyildiz  tiştên ku li Cizîrê hate jiyîn û rewşa dawî ya herêmê vegot û diyar kir di li Cizîrê ji 268 sivîlên ku hatine qetilkirin piraniya wan li jêrzemînan hatin qetilkirin. Sariyildiz diyar kir têkildarî vê hovîtiyê gelek delîl û şadid hene û got, ji bo ku ev hovîtiya dij mirovî li dinyayê bibe rojev û kiryar werin deşîfrekirin tişta ku ji destê wan tê ew ê bikin. Sariyildiz got, ‘’Heta ku raya giştî ya dinyayê bi hovitiya Cizîrê re hevrû nebe wê nerehetiya vê bijî’’

BI PARLEMENTERAN RE RÛNIŞT

Herî dawî Sariyildiz bi wekîlê Parlamentoya Danîmarkayê Soren Sondergaard (Enhedslîsten) û Lars Aslan Rasmûssen (Socîal Demotraterne) re hevdîtinek kir. Sariyildiz dosyayek têkildarî komkujiya Cizîrê da parlamenteran. Di hevdîtinê de Sariyildiz ramanên xwe yên têkildarî hewldana darbeyê û rewşa piştî wê vegot û diyar kir, hikûmetê hay jê hebû ku wê darbeyek bibe, piştî vê jî bi kirinên dij demokratîk ev weke mertalekê bi kar aniye. Sariyildiz diyar kir, piştî hewldana darbeyê dest bi giritna rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran kirine, ji 1500’î zêdetir HDP’yî û endamên wê, siyasetmedar hatine binçavkirin û girtin.