Sariyildiz ji bo NY nameya ‘jêrzamîna wehşetê’ şand

Sariyildiz têkîldarî ‘jêrzemîna wehşetê’ ya li Cizîrê ji NY re name şand, banga ‘mudaxeleyê’ kir.

Sariyildiz têkîldarî ‘jêrzemîna wehşetê’ ya li Cizîrê ji NY re name şand, banga ‘mudaxeleyê’ kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkîldarî birîndar û cenazeyên li ‘jêrzemîna wehşetê’ ya li Cizîrê asê mane ji Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şand.

Sariyildiz di nameyê de ev agahî parve kirin: “Ji 14’ê Kanûnê û şûn de di operasyonên di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ yên li Cizîrê zêdetirî 80 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber dorpêça tund a 52 roj in li navçeyê bi sedan kes birîndar bûn. Piraniya welatiyên bi sivikî birîndar bûne ji ber nikarîbûn biçin nexweşxaneyê bi neçarî bi derfetên xwe tedawî bûne.

Birîndarên ku bi mudaxeleyek hêsan dikarîbûn bijiyana, ji ber di demê de destûra rakirina nexweşxaneyê nehat dayîn jiyana xwe ji dest dan.”

‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ MUDAXELE BÊ KIRIN’

Sariyildiz wiha got: “Em ji bo bangên me yên li Xaça Sor û Federasyona Heyva Sor bê bersiv mane têkîldarî wan ji Birêz Komîsertiya we dixwazin bikevin dewrê, ji bo karibin bersivê bigirin, di vê mijarê de em daxwaz dikin alîkar bin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nameyên heman naverokî ji Konseya Ewropa, Serokê Parlamentoya Ewropa Martîn Schûlz û Sekretertiya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re şand.