Têkildarî qetilkirina Saada Darwîch a Rojavayî ku li sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin de biryar hat dayîn ku ji sûcê ‘kuştina bi qisûr’ kujer berpirs nikare bên dîtin û biryara bêşopandinê hat dayîn. Du guleyên ku bûn sedema kuştina jina ciwan bedela wê 4 TL bû û hat hînbûn ku ev wek zerara xezîneyê ji aliyê çawîşê pispor ve hatiye dayîn. Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz mijar bir meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz têkildarî bûyera ku malbateke Rojava ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û hatin gulebarankirinê de û Saada Darwîch a 28 salî jiyana xwe ji dest daye, pêşnûmepirsek da Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk.
Li mezraya Şabaniye ya gundê Kuştepe ya Cizîrê malbata ku ji bajarê Dêrik a Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê dibû di 18’ê Gulana 2014’an de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebaran kirin. Jina bi navê Saada Derwîch ya 28 salî bi du zarokên xwe û bavê xwe re dema sînor derbas dikir, di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.
Dozgerê lêpirsîn dimeşand biryar da ku çawîşê pispor. Ş.B yê jina ciwan qetil kir, ‘ji sûcê bi qestî kuştina mirov’ berpirs nayê dîtin û biryara bêşopandinê da. Berdêla du guleyên ku bû sedema mirina jinê 4 TL bû û ew jî wek ‘zerara xezîneyê’ ji aliyê çawîşê pispor ve hat dayîn.
Saryildiz têkildarî skandalê de diyar kir ku bi vê biryara dozger re Saada Darwîch cara duyem bi destê darazê hatiye qetilkirin û got: “Êrîşên li sînor li ser sivîlan, ji ewlehiya sînor wêdetir, ji polîtîkaya kuştina bi pergal a li hember Kurdan pêk tê.”
WE DI 2 SALÊN DAWÎ DE ÇEND ROJAVAYÎ KUŞTIN?
Sariyildiz ev pirs ji Ozturk pirsîn:
Tevî ku dihat zanîn ku ev malbat ji êrîşên çeteyan reviyane û destê xwe rakirine hewa jî, bi ser wan de gule hatiye barandin.Wek tê zanîn ku parastina penaberan li gor peymanên navneteweyî pêwîst e û gelo ev ne berpirsyariyek mirovahiye jî?
Tevî ku hatiye ferqkirinê ku ligel Saada Darwîch zarok hene jî bi ser de gule hatiye barandin, leşker jî ji ‘sûcê bi qestî kuştina mirov’ berpirs nehatiye dîtin? Gelo berdêla canê penaberên Kurd 4 TL ye?
Biryara skandal a dozgeriyê ji polîtîkaya kuştinê ya bi pergal a li hember Kurdên Rojava ya li sînor pêk tê?
Hûn difikirin ku ev biryara dozgeriya leşkerî daye wê pêşî li înfazên keyfî veneke?
Biryara têkildarî ku personelê peywirdar gule berdaba hewa wê îhtîmala li kesekî biketa, gelo ne li dij rêbazên fîzîkî ye?
Di du salên dawî de çend Rojavayî li sînor hatin qetilkirin an jî kuştin? Di dema hikûmeta we de çend kes li sînor hatin kuştin? Belavkirina van mirinan li gor bajaran çi ne?
Li gorî rêziknameya Têkildarî Ewlehî û Parastina Sînorên Bejayî de di kîjan rewşan de li dijî sivîlan dikare gule bê barandin?