Şandeya Banga Cenevreyê û YPG/YPJ wê karên hevbeş bimeşînin
Şandeya Banga Cenevreyê û YPG/YPJ wê karên hevbeş bimeşînin
Şandeya Banga Cenevreyê û YPG/YPJ wê karên hevbeş bimeşînin
Şandeyek ji Banga Cenevreyê bi rayedarên YPG/YPJ’ê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de herdu aliyan li ser mijarên wekî paqij kirina mayînan, parastina jin û zarokan lihev kirin. Çav li rê ye ku di demên pêş de di vê mijarê de protokolek bê îmze kirin.
Navenda çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di 9’ê cotmehê de şandeyek ji Banga Cenevreyê ya navnetewî di Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de derbasî Rojava bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, şandeya ji Berpirsê Buroya Rojhilata Navîn ê Banga Cenevreyê çalakvanê mafê mirovan Mihemed Balcî û Berpirsa Amerîkaya Latînî Wan Kest Anne Christine Subirg pêk dihat, bi rayedarên YPG'ê re hevdîtin pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin di hevdîtina li Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê ya YPJ'ê pêk hatiye de li ser navê YPG'ê Berdevkê Fermî yê Çapemeniyê Rêdûr Xelîl, fermandarên YPJ’ê Nûjîn Dêrik û Fîdan Qamişlo amade bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku rayedarên YPG/YPJ'ê derbarê armanc û xebatên xwe de agahdarî kiriye û rêzik nameya YPG/YPJ'ê pêşkêşî heyetê kiriye, her wiha şandeyê jî rêzik nameya Banga Cenevreyê daye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, di hevdîtinê de li ser rewşa herêmê û Rojhilata Navîn, binpê kirinên mafên mirovan û tiştên divê bêne kirin, nirxandina hatine kirin û rayedarên YPG/YPJ'ê hinek belgeyên derbarê pêkanînên komên çetede dane heyetê.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama civînê de herdu aliyan li ser mijarên wekî "karê hevbeş, paqijkirina mayinan, parastina jin û zarokan" li hev kirine û wê di pêşerojê de dîsa civîn bêne lidarxistin.
Çav li rê ye ku li ser van mijaran di pêşerojê de di navbera herdu aliyan de protokolek bê îmzekirin.