Sancar serdana Partiya Çepgir kir: Hedefa me tifaqa demokrasiyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar serdana Partiya Çepgir kir. Sancar diyar kir ku ew dixwazin tifaqa demokrasiyê deynin û bang kir ku li dijî polîtîkayê şer derkevin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar serdana Partiya Çepgir kir. Sancar diyar kir ku ew dixwazin tifaqa demokrasiyê deynin û bang kir ku li dijî polîtîkayê şer derkevin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserok Tuncer Bakirhan û parlamenter Semra Guzel bi çarçoweya Kampanyaya ji bo Her Kesî Dad serdana Partiya Çepgir (Sol Partî) KİR.
Dema serdanê ji Lijneya Serokan a Partiya Çepgir Onder İşleyen, İlknu Başer û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî Mehmet Soganci û Ozaz Surer hazir bûn.
Sancar piştî hevdîtinê daxuyanî da. Sancar got rojeva wan a sereke ew bû bê ka ew çawa dikarin tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin, tifaqa ku ew behsê dikin ne ya hilbijartinê lê tifaqa demokrasiyê ye. Sancar got, ''Tifaqa demokrasiyê jî li hemû qadên grîng, li her qada ku nedadî lê giran e avakirina rêbaz û mekanîzmayên têkoşînê ye.''
Sancar diyar kir li Tirkiyê û Kurdistanê nedadî pir zêde bûye, desthilata AKP-MHP'ê ji bo hebûna xwe bidomîne pişta xwe dane polîtîkayên şer û got ,''Em, nexasim hêzên dilxwazên demokrasî û dadê, girîng e ku li van qadan helwesta xwe bi zelalî diyar bikin. Li dijî polîtîkayên şer divê em bikaribin têkoşîna hevpar a aştiyê ava bikin.''