Sancar: Hikûmet ne xwedî plansazî û sîstemê ye

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got li dijî vîrûsa koronayê hikûmet ne xwedî plansazî û sîstemê ye.

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar kombûna çapemeniyê betal kir, derbarê rojevê bi vîdeoyeke ku Komîsyona Çapemeniyê ya partiya awn hazir kirî, peyama xwe da.

'ME KOORDÎNASYONEKE NAVENDÎ AVA KIRIYE'

Sancar got wan derbarê vîrûsa coronayê Koordînasyoneke Krîzê ya Navendî ava kirine, koordînasyona wan bi TTB'ê û SES'ê re tim dide û distîne û armanca wan ew e ku xwe bigihînin agahiyên rast û gel rast agahdar bikin.

Sancar got ji bo tevdîrê pêşniyarî tê kirin ku mirov komî ser hev nebin, li malên xwe bibînin û diyar kir, ''mayina li malê, divê neyê maneya tenêmanê û jihevqutbûnê ye. Berevajî heke em têkiliya xwe ji hev qut nekin, em tim bidin û bistînin em dikarin heq ji vê nexweşiyê derkevin.''

'DIVÊ CIWAN XEBATAN BIKIN'

Sancar bi berdewamî got,''Ciwanên me ji bo ku xwe bigihînin kesên ku hewciya wan heye, nexasim yixtiyar û nexweşxan divê xebateke taybet bikin. Yekîneyên me yên ciwanan li ser vê mijarê haziriyan dikin û xebat dikin.'' Sancar her wiha got xebat tenê li ser ciwanên wan bimîne têrê nake, bang li hemû ciwanan kir ku di nav xwe de torên piştevaniyê, qenalên hevagahdarkirinê ava bikin û nîqaş bikin bê ka wê çawa xwe bigihînin mirovên hewce û qels.

Sancar go, ''Divê em hemû bi hev re nîqaş bikin bê ka e mê çawa alîkariyê bidin komên birîsk, em bi hev re divê rêbazan bibînin.''

HIKÛMET DIVÊ ÇI BIKE?

Sancar li ser mijara tiştên ku hikûmet divê bike got:
''Divê alîkariya zad û malzameyên paqijiyiyê bidin kesên hewce.
Her cure tedawî divê bê pere were kirin.
Divê nexweşxaneyên taybet jî bi statûya nexweşxaneyên kamûyê xizmetê bikin.
Divê mafê destûra bi heqdest bidin xebatkarên kamûyê û qada taybet.
Divê xizmetên av, elektrîk, înternetê di vê pêvajoya krîzê de bê pere bin.
Divê girtî û cezaxwarî yên nexweş, yixtiyar, dayikên bi zarok û ducanî werin berdan.''

'HIKÛMET NE XWEDÎ PLANSAZÎ Û SÎSTEMÊ YE'

Sancar bi berdewamî got, dema ku ew li kirin û gotinên heta niha yên hiûmetê dinerin, ew dibinin ku hikûmet ne xwedî plansazî û sîstemeyekê ye û got,''Hikûmet di serî de  TTB'ê û SES divê bi saziyên têkildar re bide û bistîne. Mirov dikare navendeke krîzê ya hevpar çêbike ku TTB û nûnerên hemû rêxistinên pîşeyî tê de cih digirin. Bi vî rengî civakê mirov dikare tevlî nav tevdîran û xebatan bike.

Li Meclîsê bi tevlêbûna wekhev a hemû partiyan divê komisyonek were avakirin.''

'PIŞTEVANÎ HEBE MIROV DIKARE HEQ JI VÊ NEXWEŞIYÊ DERKEVE'

Sancar herî dawî got taloke çendî mezin jî be dema ku mirov bizanibe ku mirov ne tenê ye ev girîng e û got, ''Ya ku wê mirovahiya me xilas bike piştevanî ye. Heke piştevanî hebe mirov dikare mirov bimîne. Heke piştevanî hebe mirov dikare heq ji her cure talokeyê derkeve.''