Sancar: Em ê AKP-MHP'ê bişînin, jiyana nû ava bikin
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got, ''Deshilat pir ji hêz ketiye. Di hilbijartina pêşî de hem em ê vê desthilatê bişînin û em jî em ê wê hêzê ku wê jiyana nû ava bike derxînin holê.''
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got, ''Deshilat pir ji hêz ketiye. Di hilbijartina pêşî de hem em ê vê desthilatê bişînin û em jî em ê wê hêzê ku wê jiyana nû ava bike derxînin holê.''
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe axivî.
Sancar derheqê Komkujiya Pirsûsê got, ''Ne dikarin hêviyên rêwiyên xewnerojkan tine bikin, ne jî dikarin bi ti rengî wê mîrateyê gemarî bikin. Em xwediyê wê mîrateyê hen, me xewnerojkên wan ciwanan emanet standiye û bi mîsogerî em ê wan xewnerojkan pêk bînin.''
Sancar bal kişande ser bûyera kuştina du polîsên Tirk a piştî Komkujiya Pirsûsê li Serêkaniyê û got, ''Ev kuştinên li Serêkaniyê senaryoyeke tarî ya dewlet û desthilatê ye. Bi vê senaryoyê hate xwestin ku li Ttirkiyê di meseleya Kurd de vegerin ser polîtîkaya şer û hêviyên demokratîk ji holê rakin.''
'EM Ê VÊ REJÎMÊ BIŞÎNIN'
Sancar bi berdewamî got ,''Ev rejîm rexiniye, nema tê dirûtin. Mînaka vê ya dawî, delîla dawî hilbijartina xwecih e. Hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîrana 2019'an e. Desthilat pir ji hêzê ketiye. Em ê di hilbijartinên pêşî de em vê desthilatê bişînin û hem jî wê hêzê ku wê jiyana nû ava bike, derxînin holê.''
'RÊGEZÊN HDP'Ê SAXLEM IN'
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar bi berdewamî bal kişande parlamaneterê berê yê HDP'ê Tûma Çelîk, ku ji ber êrîşa zayendî ji partiyê hate avêtin û her wiha bal kişande ser parlamenterê HDP'ê Mensûr Işik ku û diyar kir derheqê Işik li Lijneya Disîplînê ya Navendî pêvajoya lêpirsîna wî didome.
Sancar got, ''Rêgezên HDP'ê saxlem in, nirxên wê bi ra û rîşal in. Stûya herî xurt a van nirxan, van rêgezan têkoşîna jinê ye. Ev partî bi têkoşîna jinê çêbûye. Meclîsa Jinan marîpişta HDP'ê ye.''