Sancar: Divê em desthilatdariya AKP û MHP’ê bidin sekinandin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got ku “Divê em vê desthilatdariyê bidin sekinandin.” Sancar banga hevgirtinê li civakê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li ser medya civakî têkildarî civîna Lîjneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe ku bi rêya vîdeokonferansê û mijarên di rojevê de daxuyanî da.

Sancar, diyar kir ku hikûmet têkildarî vîrûsa koronayê polîtîkayeke ku civak û mirovan esas digire bi pêş naxe û wiha got: “Bi biryara xwe ya qedexeya derketina derve re vê polîtîkaya derxist holê. Bi biryara nişkave re dibe ku bi sed hezaran mirov bi vîrûsê ketin. Hikûmetê vê berpirsyariya xwe kir stûyê mirovan û heqaret li gel kir. Lê berpirsyarê vî tiştî hikûmet e. Biryara qedexeya derketina derve li dijî Destûra Bingehîn e. Rayeya Wezîrê Karê Navxweyî a bi giştînameyê ragihandina qedexeya derketina derve tuneye. Ev desthilat girîngiyê nade mirovan û hiqûqê nas nake. Ji ber vê yekê gefa vîrûsê her ku diçe mezintir dibe.”

DIVÊ SOYLÛ ÎSTÎFA BIKE

Sancar, daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya têkildarî qebûlkirina xetayê xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev xetayeke hêsan û nedîtina pêşiya xwe ye. Ev avêtina rîsqê ya jiyana xwe bi sed hezaran kesî ye. Divê Wezîrê Karên Hundir îstifa bike û pêwistiya xeteya xwe bi cih bîne. Heke îstifa neke jî divê teqez ji peywirê were girtin. Divê derkeve holê ku jiyana mirovana erzan nîne. Hikûmet nikare vê qrîzê bi rê ve bibe. Ev mijara ferasetê ye. Heke hûn civak û mirovan ji xwe re bikin navenda polîtîkayên xwe hûn nikarin van tiştan bikin. Ji ber ku hûn hilberandina li qadên mecbûrî nadine sekinandin dibin sedema belavbûna vîrûsê.”

ŞANDINA CENAZE YA BI KARGOYÊ XERABIYEKE MEZIN E

Di berdewama axaftina xwe de Sancar, têkildarî sererastkirina înfazê jî axivî û têkildarî mijarê ev tişt got: “Naveroka sererastkirina înfazê teng tê girtin. Civak vê zihniyeta xerab heq nake. Tenê bi serastkirina înfazê cihêkariyê nakin. Ji niha şûn ve kesên li dijî desthilatê muxalefetê dikin dê di bin şertên hê girantir de bikevin girtîgehê. Bi taybetî ji bo kontrolkirina internet û medya civakî qanûnek amade dikin. Wê di rojên pêş de bê Lîjneya Giştî. Dibêjin bila Îdrîs Balûken bimire. Ev çi xerabî ye? Xerabiyeke din jî ku nirxên mirovahiyê tune têne hesibandin şandina cenazeye mirovekî ya bi kargoyê ye. Di ser de jî heqê kargoyê ji diya cenaze digirin. Ev di kîjan feraset, bawerî û siyasetê de heye.”