Salvegera damezrandina PKK'ê li Saratovê hate pîrozkirin
Li navçeya Yarşov a bajarê Saratovê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Li navçeya Yarşov a bajarê Saratovê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Yarşov ê bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Çalakî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê û Otonomiya Çanda Kurd a Yarşovê ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Tevî Kurdistaniyan, mirovên ji gelek neteweyên cuda jî tevlî pîrozbahiya li salona konserê ya Şestoyî bûn.
Endamê Meclîsa Gel a Saratovê Velît Hasan li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, "Li Kurdistanê û herêmê bûyerên girîng diqewimin. Tevgera PKK'ê roj bi roj mezin dibe û bandorê li herêmê dike. Dewleta Tirk û AKP a faşîst, ku vê yekê dibîne, tevî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî destketiyên Kurdan dike. Divê gelê Kurd bi hemû hêza xwe li dijî lîstikên Erdogan û çeteya wî derkeve. AKP û çeteyên Qesrê ku bi êrîşan nikarî vîna gelê Kurd bişikînin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişidîne û hilbijartiyan digire. Gelê Kurd wê bi ti awayî serî li ber zextan netewîne."
Beşdar di dawiya pîrozbahiyê de li ber stranên Arman, Ahmet, Ahmet Ahamedov, Umran û hunermendên herêmî govend gerand.