Salvegera damezrandina PKK'ê li Rûsyayê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Mîchûrînsk a bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, li salona Mala Gel şahiyek li dar xistin û sala 40. a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Şeva ku ji aliyê Meclîsa Gel ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê û nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser damezrandina PKK'ê hate nîşandan.

Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê Sarya Şevîn piştî nîşandana sînevîzyonê axivî û got, "PKK nav û rengê berxwedanê ye. PKK bû hêviya rizgariya Kurdên ku nasname û hebûna xwe windakirî. Bû nûnerê herî mezin ê azadiyê. Tevgera PKK'ê ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo hemû gelên bindest bû hêviya azadiyê. Di nava şert û mercên herî zehmet de ya nepêkan bi ser xist û li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê serketineke mezin bi dest xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd îro ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye."

Piştî axaftinê, Azad Bedran, Peywan Arjîn, Berfîn Mamedova û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Beşdarên şevê jî li ber stranên hunermendan govend gerandin û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.