Salvegera damezrandina PKK'ê li Leîpzîgê hate pîrozkirin
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê, li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê şevek hate lidarxistin.
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li şevê axivî û işaret bi girîngiya damezrandina PKK'ê ji bo gelê Kurd kir.
Koçer xwest, xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê bê derketin û got, "Tecrîd wê bi têkoşîna gelê Kurd bê şikandin."
Şev bi gerandina govendê bi dawî bû.