Salvegera damezrandina PKK'ê li Fransayê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li Fransayê hate pîrozkirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku ew bi PKK'ê ber bi serketinê ve dimeşin.

Ji bo pîrozkirina salvegera damezradina PKK'ê li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê meşek pêk hat. Di çalakiyê de pankarta "Em bi PKK'ê ber bi serketinê ve bimeşin" hate hildan. Meş li ber Navenda Civaka Demokratîk a Vîllîers le Bel bi gerandina govendê bi dawî bû.

DRANCY

Li banliyoya Drancy jî çalakger ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta avahiya şaredariyê meşiyan. Di meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî PKK" bi Kurdî û Fransî hatin qîrîn.

EVRY

Li banliyoya Evry jî ciwan û Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û bi ala PKK'ê û pankarta "Di sala 41'ê de bi ruhê Şoreşa Rojava em ber bi serketinê ve diçin" meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "PKK" û "Her dever Rojava ye, her dever berxwedan e" hatin qîrîn.

MANTES LA JOLÎE

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Mantes la Jolîe ya Fransayê jî bi meşekê hate pîrozkirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.