Salvegera damezrandina PKK'ê li Elmanyayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê bi şevekê pîroz kirin.

39. salvegera damezrandina PKK'ê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê li salona Halle 39 hate pîrozkirin. Bi qasî 2000 welatparêz tevlî pîrozbahiyê bûn.

Polîsên Elman hewl dan şevê sabote kirin, lê Kurdistaniyan nehiştin.

Bi navê Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komuna Jinê ya Meryem Hayat Donma li şevê axivîn.

Di pîrozbahiyê de destek ji kampanyaya malbatên xwişk û bira ya Heyva Sor a Kurdistanê re hate dayin.

'PKK'Ê KURD HIŞYAR KIR'

Parlamenterê berê Kemal Aktaş û Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer bi dorê li şevê axivîn û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Koçer got, "PKK bi hêviya gelan ava bû. Kurdan ji nasnameya xwe fedî dikirin, ji hebûn û welatê xwe dûr ketibûn. Bi welat, çand û dîroka xwe nizanîbûn. Lê belê bi damezrandina PKK'ê re Kurd hişyar bûn û koledarî qebûl nekirin."

HIKUMETA ELMAN HATE HIŞYARKIRIN

Koçer nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Elman ên li dijî Kurdan da û bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê dide. Koçer got, "Em 1,5 milyon welatiyan temsîl dikin."

Ji qisekeran Berdevkê NAV-YÊK'ê jî salvegera damezrandina PKK'ê bi taybetî li civata Êzidî pîroz kir.

Di şevê de hunermend Diyar, Axîn, Bulent Tûran, Rojbîn Kizil, Koma Volkana Şoreşê, Celoviz, Dimlî Amed û Koma Laliş derketin ser dikê.

Nûnerên Ciwanên Azad Hîldesheîm û Hannoverê jî axivîn û piştre ciwan li ber sirûdê ketin hundirê salonê.

Li dû peyama ciwanan sînevîzyona ji peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan hate nîşandan.