Salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn li Tambovê hate pîrozkirin

Salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn li bajarê Tambovê yê Rûsyayê bi coş hate pîrozkirin.

Li navçeya Miçûrînskê ya Tambova Federasyona Rûsyayê Kurdan û dostên wan salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Miçûrînskê Nebî Abdulselam axivî û got ku “Me bi saya PKK’ê rastiya xwe nas kir. Îro jî gelê Kurd têkoşîna xwe ya hebûnê didomîne lê bi pêşengiya AKP û MHP’ê êrîş tên kirin. Ji bo ku ev êrîş werin şikandin divê kongreya neteweyî bicive.”

Piştî axaftinan Hozan Comerd, Yûnûs Agirî û Koma Govendê ya Zarokan derketin ser dikê.