Salvegera 29'an a kuştina Dr. Qasimlo

Lîderê Kurd Dr. Abdulrehman Qasimlo, 13'ê Tîrmeha 1989'an li Viyanayê dema bi du hevalên xwe re bi rejîmê re li dora maseya danûstandinan rûniştibû hate kuştin. Di ser vê sûîqestê re 29 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin.

22'ê Çileya 1946'an dema ku li meydana Çarçira ya Mahabadê Komara Kurdistanê hate ragihandin Abdulrahman Qasimlo 16 salî bû. Xwendekarek bû ku xwe ji bo zanîngeha li Tehranê amade dikir. Qamislo di 14 saliya xwe de bû endamê baskê ciwanan ê partiya Komunîst Tûdey. Hilweşîna Komara Mahabadê, darvekirina Qazî Mûhammed li Çarçira û girtina bavê xwe li Tehranê bihîst.

Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir. Partiya sosyalîst a ku di sala 1948’an de li Çekoslovakyayê hate ser hikum, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê Kurdek hebû, ew jî Abdulrehman Qasimloyê 18 salî bû. Rojên wî yên li Pragê dest pê kir.

Qasimlo di sala 1957’an de li Zanîngehê Pragê êdî bûbû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 1967’an de, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlevî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.

Di sala 1973’an de Qasimlo bû sekreterê Paritiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Slogana wî ya kongreyê de jî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî.”

Qasimlo dema di 1976’an de vegeriya Pragê û piştre jî li Parîsê bi cih bû. Ligel seroktiya PDK-Î li zanîngeha Sorbonê ya Parîsê bû doktor û li vê derê ders da. Di Mijdara 1978’an de dema rejîma Şah Pehlevî hilweşiya, Qasimlo vegeriya Kurdistanê.

Di 1’ê Sibata 1979’an de wê balafira Hûmeynî ji Parîsê biçûya Tehranê. Di havîna 1978’an de Qasimlo çend caran çûbû serdana Hûmeynî û hin soz jê stendibû. Piştî ku Hûmeynî çû Îranê û piştî 10 rojan şoreşa xwe îlan kir, ji Kurdan re digot, "Ez ê we bibînim."

Lê Hûmeynî di 28’ê Adarê de bi heyeta Kurdan re civiya û bi tu awayî nêzî muzakereyan nedibû. Digot "Di îslamê de Kurd, Azerî, Fars, netewe tune. Em hemû ji ummeta Xwedê ne." Qasimlo jî di qadan de digot, "Em Kurd ji xayînên xwe re dibêjin cehş, ji îro pê ve yê ku baweriyê bi gotinên Hûmeynî bîne 'cehş' e. Ma we çi zû îxaneta 1975’an ji bî kir?"

Di 17’ê Tebaxa 1979’an de Hûmeynî ji bo Qasimlo got, "Ew dijminê Xwedê ye." Di nîvê duyemîn ê sedsala 20'an de yek ji mezintirîn qirkirin li ser Kurdistanê dihate ferzkirin. Wê wextê herî kêm 10 hezar Kurdên sivîl hatin kuştin.

DANÛSTANDINÊN DESTPÊKÊ YÊN BI REJÎMA TEHRANÊ RE

Şerê Îran û Iraqê yê di sala 1980’î de qedera Rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî domiya, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîveka sala 1980’an de bi qasidiya serokê YNK'ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî.

Herdu alî cara pêşîn di 30’ê Kanûna 1988’an de li mala Xebat Marûf ê YNK’yî li hev civiyan. Civînê du rojan dom kir. Qasimlo ji daxwaza "Perwerdehiya bi Kurdî, bila Kurdî bibe zimanê duyem ê fermî" daneket. Piştî mirina Hûmeynî Rafsancanî hate dewsa wî û muzakereyan dîsa dest pê kir.

Vê carê Fadil Resûl bû qasid. Resûl li Viyanayê dijiya û lobîvanekî Kurd bû. Hevdîtinên serokên Kurdan wî amade dikir.

Qasimlo dixwest hevdîtin li Parîsê be. Îraniyan jî digotin "Ya Viyana yan jî Berlîn. Parîs nabe". Qasimlo di 11’ê Tîrmehê de çû Viyanayê.

WEZARETA KARÊ HUNDIR WÊ ROJÊ RANDEVÛ BETAL KIR

Dr. Qasimlo beriya hevdîtina 13'ê Tîrmehê ya bi Îraniyan ji Wezareta Karê Hundir ê Avûstûryayê ji bo saet 16.00’an randevû stendibû. Lê sekreterê  wezîr got ku randevû hatiye betalkirin. Kitekita herî krîtîk ev e ku, hevdîtin çima hatiye betalkirin û wê Dr. Qasimlo çi ji hikumeta Avûstûryayê bigota.

Randevû wê di saet 17.30’an de li rêya Lînken Bahngasse ya li herêma sêyemîn a Viyanayê pêk bihata û Fadil Resûl cihê hevdîtinê eyar kiribû.

Di vê demê de sê Îranî; Cafer Sahraroodî, Mustafa Ajvadî û Amîr Mansoûr Bozorgîan ji otêlê derketibûn û gihaştibûn cihê civanê. Di bêrîkên wan de pasaportên dîplomatan hebûn û 10’ê Tîrmehê hatibûn Viyanayê. Piştre şahidê wê rojê yê bi navê xwe yê kod ‘Şahid D’ wê bigota, Mahmût Ehmedî Nejat ku 2005’an wê bibûya serokkomar jî bi wan re bûye û keşf kiriye.

Hemû alî li maseya hêwanê rûniştibûn û danûstandinê dest pê kiribû. Danûstandin li ser bandekê dihate tomarkirin. Piştre ji wê bandê wê dengê Qasimlo bihata bihîstin ku polîsên Avûstûryayê ew band deşîfre kiribûn. Qasimlo digot: ‘’Hem ez ê destvala vegerim û hem jî ez ê bibêjim Îranê li ser otonomiya ku sond xwariye dixebite? Ez nikarim wiha bikim.’’ Piştî gotinan dengê guleyan…

Bi guleyên ku ji du çekan derketî Qasimlo ji enî, cênîk û stûyê xwe, Resûl jî ji qoqê serê xwe û stûyê xwe wê derb dixwe.

Dema ku tîmên pêşî yên polîsan ketibûn malê, li ser derencekan Cafer Sahraroodî di nav xwînê de li erdê dirêjkirî bû. Hevalê wî Mansour Bozorgîan jî li derve dema ku li polîsan rast hatî, gotibû, ‘’kuştin, hevalê min kuştin, wê xilas bikin.’’ Di ‘sûîkasta bê kêmasî’ de kuştina Sahraroodî plan hemû li bin guhê hev xistibû. Sahraroodî bi kontrola polîsan rakirin nexweşxaneyê, Bozorgîan jî birin qereqola Schottenrîngê.

Lê Bozorgîan bi fermaneke ku saet 5’ê sibehê hatî radestî Sefaretxaneya Îranê kirin ku bi rojan wê li wir xwe veşarta. 22’yê Tîrmehê Viyana radestî zextên Îranê bû û Sahraroodî bi balafirê şande welatê wî.

KUJERÊ WÎ LI HEWLÊRÊ BI XALÎÇEYA SOR HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Tîma ku Dr. Qasimlo û hevalên wî kuştin li welatê xwe weke ku ‘leheng’ bin hatin pêşwazîkirin. Mansour Bozorgîan jî piştî ku vegeriya Îranê pirpirka genaraliyê danê û ew danîne ser biryargeha Pasdaran a Urmiyê ku welatê Dr. Qasimlo bû ku, ku yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê bi ser vê biryargehê ve bûn.

Cafer Sahraroodî jî piştî peywira xwe ya li Îranê bû fermandarê yekîneyên Qudsê ku operasyonên derveyî welat ên Îranê bi rê ve dibir. Tebaxa 1996’an operasyona bi ser bajarokê Koyê yê Başûrê Kurdistanê yê PDK-Î’yê de wî bi xwe bi rê ve bir.

Her du kujeran weke ku tiştek nekiribin li Ewropayê gera xwe didomandin. Diyar bû ku Cafer Sahraroodî 2013’an, Cotmehê çûye Swîsre û Xirvatîstanê. Lê li gel ku li ser wî biryara girtinê heye jî du welatan jî ew radestî Avûstûryayê nekir.

Ji xeynî vê jî Sahraroodî 2014’an bi xalîçeya sor li Hewlêrê hate pêşwazîkirin. Di serdana Serokê Parlamentoya Îranê Alî Larîcanî de, ku bi vexwendina PDK’ê ev serdan pêk hatibû, Sahraroodî jî hebû. Wê demê Sahraroodî yê ku li ofîsa Larîcanî rêveberî dikir bi rêveberên PDK’ê re wêne digirt.

Avûstûrya ya ku bi eskortê şande Tehranê ji bo ku ser kuştinê bigire tişta ku jê hat texsîr nekir. Hikûmeta Viyana wê tim bigota, ‘Tehranê ti zext li me nekir’. Lê di rojnameya Preseysê de, 1997’an giştpirsiyek hate weşandin û 100 Avûstûryayiyan 55’an gotibûn, “hikûmet çavê xwe ji teva kujeran re girt” Balkêş bû ku 1990’î bazirganiya Avûstûrya ya bi Îranê re 60 ji 100’î zêde bû.

* Ji dosyayên ANF'ê yên li ser kuştina Qasimlo hatiye amadekirin.