Salih Muslim: Kî çi bike bila a niha bike
Salih Muslim: Kî çi bike bila a niha bike
Salih Muslim: Kî çi bike bila a niha bike
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, diyar kir ku êrîşên li hember Kobanê her diçe dijwartir dibin û got, “Kî çi bike bila niha bike. Bila gelê me li her cihî rabe ser piyan." Muslim da zanîn ku wan hemû sazî, rêxistin û raya giştî ya navneteweyî, di vê mijarê de agahdar kirine lê tu kesî dengê xwe dernexistiye û banga mudaxeleya lezgîn li hêzên navneteweyî kir
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Salih Muslim ku ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember kantona Kobanê didomin, şer û pevçûn li ber taxên berbajêr rû didin. Muslim da zanîn ku DAIŞ bi çekên giran êrîşî bajêr dike.
Muslim got, “YPG, YPJ û gelê Kobanê bi baweriyeke mezin li hember êrîşan li ber xwe didin. Gelê me bi fedakariyeke mezin di nav berxwedaneke mezin de ye. Divê her kes vê berxwedanê bibîne û xwedî li Kobanê derkeve.” Salih Muslim bi bîr xist ku gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû ye û wiha dewam kir, “Di vê serdema em têde dijîn, gelê me bi komkujiyan re rû bi rû ye, lê belê tevayî cîhan mîna di nav hevkariyekê de bêdeng e. Deqe bi deqe her tişt li ber çavên wan tên kirin. Tu kes tiştekî nake. Em çekan dixwazin. Lê bi pereyan jî nadin. Niha li hember Kobanê konsepteke navneteweyî heye.”
'BILA KURD LI HER DERÎ RABIN SER PIYAN'
Salih Muslim êrîşa dewleta Tirk a li hemberî gelê li ser sînor şermezar kir û got: “Mirovên li wir, xizm û kesûkarên xwe yên li aliyê din meraq dikin. Ji ber wê hatine ser sînor. Ne hewce ye ku bi awayekî hov bi çek û bombeyên gazê êrîş bikin. Fuzeyên DAIŞ’ê li vê rexê dikevin û mirov dimirin. Lê heta niha jî hevkariya DAIŞ’ê dikin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da zanîn ku wan hemû sazî, rêxistin û raya giştî ya navneteweyî, di vê mijarê de agahdar kirine û wiha axivî: “Lê tu kes dengê xwe dernaxe. DYA’yê jî li Kobanê hin çeperên DAIŞ’ê bombebaran kir. Lê ev ne bes e. DYA ne ciddî ye. Ger ciddî bûya, wisa çênedibû. Wê di demeke kurt de paşde bihata vegerandin.”
Muslim ji hemû gelê Kurd xwest ku çalakiyên xwe zêdetir aktîf bikin û got: “Kî çi bike, bila aniha bike. Bila hemû gelê me li her derê rabe ser piyan.”