Salih Muslim: Em bi mûxalefeta Sûriyê re hevdîtinê dikin

Salih Muslim: Em bi mûxalefeta Sûriyê re hevdîtinê dikin

Salih Muslim der heqê hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê û pevçûnên li Rojava de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wî sozên ji bo vekirina deriyên sînor aniye bîra Tirkiyê. Muslim der heqê hevdîtinên xwe yên du rojan ên bi mûxalefeta Sûriyê re agahî da. Muslim bal kişand ser pevçûnên li Rojava û destnîşan kir ku ew dixwazin pevçûnan bi rêya siyasî bi dawî bikin, lê mûxatab nabînin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê cara duyemîn çû serdana Tirkiyê, der heqê hevdîtinên xwe yên li Enqerê, xebatên ji bo rêveberiya li Rojava û pevçûnên dawî de ji ANF'ê re axivî.

Salih Muslim da xuyakirin ku hevdîtinên wan ên bi Tirkiyê re hevdîtinên niyeta baş in û rexne li şêweyê dayîna hevdîtinan a li medya Tirk kir. Muslim got, "Beşek ji nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin, xeyal in. Nêzîkatiyên; bi vî rengî hişyar kir, bi vî rengî şert danîn, ne rast in. Ev yek berhemên hin xeyalperestane. Di rastiyê ne hişyarî hene ne jî rica, danûstandineke nêrînan heye."

Muslim diyar kir ku di hevdîtinan de hin mijarên rast nehatine fêmkirin hatine nîqaşkirin û got, "Mînak, mijara rêveberiyê. Em bi beşdariya gel, rêveberiyeke demî ava dikin. Dema li cihekî din ava dibe (mînaka Helebê) wan qebûl dikin û bi wan re hevdîtinê dikin. Em jî dixwazin rêveberiyên xwe yên herêmî yên belavbûyî komî ser hev bikin û bikin rêveberiyeke hevpar. Me fikar û şaşfêmkirinên heyî, çareser kirin."

Muslim bibîr xist ku girtina deriyên sînor di hevdîtina yekemîn de jî hatiye rojevê û weha peyivî:

"Ji bo vekirina deriyên sînor hin soz hatibûn dayîn. Lê belê ji ber ku hinekî dereng ketiye, ev mijar careke din ket rojevê. Mînak alîkariya ji 12 kamyonan derbas bû. Me ravekirin ku ev alîkarî çawa hatiye belavkirin. Eger alîkariya heyî di rêya rast de neyên belavkirin, dikeve destên şaş. Hin alîkarî nagihêjin gel, digihêje bazirganan û ew jî li bazara reş difiroşin gel.

Wan gotin, di vê mijarê de Heyva Sor (Kizilay) heye û di vê demê de bi rêk û pêk dixebitin. Di vê mijarê de nîqaş hatin kirin û soz dan ku vê yekê bi pêş bixin. Em hewl didin bi hevdîtinan re têkiliyan bînin asteke normal."

JI BO BIDAWÎKIRINA PEVÇÛNAN MÛXATAB TINEYE

Muslim, pevçûnên li Rojava jî nirxand û diyar kir ku wan 2 rojan bi mûxalefeta Sûriyê re hevdîtin meşandine.

Muslim ragihand ku ji bo pevçûnên li Sûriyê bi rêyên siyasî çareser bikin, ew li mûxataban digerin lê heta niha nedîtine û got:

"Em hewl didin têkiliyên xwe yên bi koalîsyonê re sererast bikin. Bandora koalîsyona mûxalefeta Sûriyê ya li ser yekîneyên leşkerî qels dibe. Hin komên li hemberî me şer dikin, ne di bin kontrola wan de ne. Hin kom bi serê xwe tevdigerin.

Me ji wan re gotin, pevçûnên li Rojava bi kêrî gel nayên, lewma me xwestin pêvçûn bên rawestandin.

Ji bo komên êrîşî me dikin dibêjin 'ne ji me ne' lê di heman demê de xwedî li wan derdikevin. Başe eger ne ji we be çima hûn xwedî lê derdikevin. Ji bo komê din jî, nikarin li dij derkevin.

Komên êrîşî me dikin, xwedî nûnerên fermî yên siyasî, xwedî navendeke siyasî nînin. Zehmetî di vê de ye. Ji bo em fêm bikin ka vana çi dixwzin, hewl didin çi bikin, em li mûxatab digerin, lê nabÎnin. Koalîsyona mûxalefeta Sûriyê îdîa dike ku ev kom li wan guhdarî nakin.

Lê li holê durûtiyekheye. Ew piştgiriyê didin hin ji wan, lê ji ber ku di lîsteya rêxistinên terorê de ne, xwedî lê dernakevin. Bi awayekî vekirî piştgiriyê nadin wan, lê bi sergirtî destekê didin wan. Hin çekên diçin ji artêşa azad, dikevin destê çeteyên El Qaîde yên li dijî me şer dikin. Divê hêzên piştgiriyê didin wan, vê rastiyê zanibin."

Salih Muslim da xuyakirin ku welatên Rojavayî tevî ku her şêweyên alîkariyê didin mûxalefeta Sûriyê jî, heman nêzîkatiyê ji Kurdan re nîşan nadin û got, "Em li dijî rejîmê û li dijî çeteyan, bi tenê bi canê xwe li ber xwe didin."

MECLÎSA YEKEMÎN WÊ WERE WEZÎFEDARKIRIN YA DUYEMÎN BI HILBIJARTINÊ DIYAR BIBE

Muslim der heqê rêveberiya nû ya were avakirin agahî da ANF'ê û diyar kir ku meclîsa yekemîn wê were wezîfedarkirin ya duyemîn jî wê bi hilbijartinê diyar bibe û anî ziman ku ev ne dewlet e. Muslim got, "Tiştekî jê were tirsîn tineye" û weha peyivî:

"Jİ 19'ê Tîrmeha 2012'an û vir ve gel bi meclîs û komîsyonan re xwe bi rêve dibe. Em jî di vê mijarê de zehmetiyan dikşînin, hewl didin vê rêkûpêk bikin. Ji partiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, derdorên berfireh ên gel, Ereb û Suryaniyan em hewl didin rêveberiyeke hevpar ava bikin. Me nîqaş li ser vê rêveberiyê meşandin û di encamê de wê meclîseke hevpar bê avakirin û rêveberiya demî bê diyarkirin. Dûre em dixwazin vê yekê di nava 6 mehan de qanûnî bikin. Em difikirin ku meclîsê destpêkê wezîfedar bikin, dûre jî piştî 6 mehan bi hilbijartinê diyar bikin.

Heta çareseriyek bê dayîn em hewl didin xwe bi xwe rêve bibin. Armanca ne îlana dewletekê, yan jî îlana xweseriyê ye. Me di vê mijarê de Tirkiye agahdar kirin. Me jê re gotin tiştekî jê bitirse li holê tineye, em naxwazin Sûriyê parçe bikin. Bi bikaranîna mafên xwe yên xwezayî û rewa em dixwazin xwe bi rêve bibin."