Sala borî 3 hezar û 377 zarokî ji bo tedawiya madeyên hişberê serlêdan kirin

Sala borî 3 hezar û 377 zarokî ji bo tedawiya madeyên hişberê serlêdan kirin

Wezîrê Tendûristiyê Mehmet Muezzînoglu diyar kir ku li Tirkiyê di sala 2012’ê de li ser piyan 3 hezar û 48, razayî 329 bi giştî 3 hezar û 377 ji bo dermanbûna madeyên hişber serlêdan kiriye.

Wezîrê Tendoristiyê Mehmet Muezzinoglu ku bersiva pirsnameya nivîskî ya Parlementerê Wanê yê BDP’ê Ozdal Uçer da, diyar kir ku di çerçoveya tekoşîna li hemberî bikaranîna madeyên hişber li Tirkiyê bi giştî 623 rêjeya razayî, 25 adet made hişber û Navenda Dermanbûna Karhênerên Madeyên hişber hene.

Muezzınoglu ku diyar kir ji derveyî beşa dermanbûna yêkem hemû navendên din xizmeta dermanbûna razandinê dikin. Di nava sala 2012’an de 3 Navendên Dermanbûna Karhênerên Madeyên Hişber hatiye vekirin û di nava sala 2013’an de jî hedef dikin ku navendên dermanbûnê yên nû vekin.

Muezzinoglu ku diyar kir li Stenbol, Îzmîr û Amedê Navendên Dermanbûn û Lêkolîna Bikarhênerên Madeyên hişber ya Zarok û Mezinan heye û li gorî bersiva pirsekî di pêşniyarnamê de dayî diyar kir ku di pilana navenda dermanbûnê ya wezaretê de bajarê Wanê jî heye û xebata pêwîst jî tê meşandin.

Muezzinoglu da zanîn di sala 2012’ê de li Wanê li ser piya 11, razayî 6 zarokan ji bo dermanbûnê serlêdan kirine û li tevaya Tirkiyê sala 2012’ê li ser piyan 3 hezar 48, razayî 329, bi giştî 3 hezar û 377 zarokan ji bo dermanbûnê serlêdan kiriye, diyar kir.