BI DÎMEN

Şahîn: Ji bo siberoja xwe divê her kes dengê xwe bide

Endamê Koordînasyona Platforma Na ya Fransayê Yûsûf Şahîn di roja 3'yan a dengdanê de agahî da û bang li dengdêran kir ku di nava hefteyê de dengê xwe bidin.

Li Fransa ji bo refernadûmê dengdan didome. Endamê Koordînasyona Platforma Na ya Fransayê Yûsûf Şahîn ji bo dengdanê agahiyeke kurt da. Şahîn got: "Di du rojên pêşî yên dengdanê de li Fransayê 10 hezar kes çûne ser sindoqê. Ev hejmar di rojên pêş de wê zêdetir bibe. Li gor çavdêriyên me kesên ku dengên na didin ji yên erê zêdetir in. Lê ev rêje kêm e, ji ber ku em pê dizanin li Parîs û derdorê ev rêje zêdetir e."

Şahîn got, Şemî û Yekşemê wê dengdêr bêhtir biçin ser sindoqê û wiha dewam kir: "Dengdêr ji ber ku dizanin dengdêr wê bêhtir Şemî û Yekşemê biçin ser sindoqê divê nav heftê saet 09.00-21.00’an de dengê xwe bidin. Di vê referandûma girîng de ku em siberoja xwe didin dengdanê divê her kes derdora xwe bibe ser sindoqê."