BI DÎMEN

Şahidên komkujiyê: Êrîşa polîsan hejmara miriyan zêdetir kir

‘Heta çend deqeyan jî polîsên li derdorê ne diyar bûn, piştî teqînê weke ji berê ve hatibûn amadekirin, derketin holê û êrîş birin ser birîndaran û girseyê.’

‘Heta çend deqeyan jî polîsên li derdorê ne diyar bûn, piştî teqînê weke ji berê ve hatibûn amadekirin, derketin holê û êrîş birin ser birîndaran û girseyê.’

Şahidên komkujiya Enqereyê, destnîşan kirin ku piştî teqînê êrîşa polîsan hejmara miriyan zêdetir kir û gotin: “Piştî teqînê polîs weke ji berê de xwe amade kiribûn ketên êrîşê. Her tişt bi awayekî plankirî xistin meriyetê.” Şahidên bûyerê diyar kirin ku ji bo ji komkujiyê re bibin bersiv, wê sulteya Qesrê hilweşînin û 1’ê Mijdarê AKP’ê di sindoqan de veşêrin.

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Mezîtlî Nûrsel Demîr, di nav girseya ku ji Mersînê diçû Mîtînga Aştiyê de bû, endamên HDP’ê Dîlan Îvrendî û Fadîle Dayan, der barê dema teqînê û piştî wê êrîşa polîsan, tiştên şahidî jê re kirine ji ANF’ê re gotin.

Ji şahidan Fadîle Dayan wiha axivî: “DAIŞ tineye, DAIŞ’a Tirkiyeyê, AKP’e ya faşîst e. Bila gelê Tirk vê zanibe. Werin em bi hev re ji AKP’e ya qatilê leşkeran jî sivîlan jî xwe rizgar bikin.”

Nûrsel Demîr jî wiha got: “Her tişt balkêş bû, ne asayî bû, ti polîs li derdorê tinebûn; ev jî wek peyama “li vir komployek ji bo we hatiye amadekirin, wê komkujî çêbibe” dida.

Dema teqînê ez ser hişê xwe ve çûm, ez nêzî cihê teqînê bûm, jê û pê ve ez rastî bi sedan bedenên parçebûyî hatim. Polîs piştî teqînê derket, bi carekê ewqas polîs ji ku derê hat me fêm nekir. Ango heta çend deqeyan jî polîsên li derdorê ne diyar bûn, piştî teqînê weke ji berê ve hatibûn amadekirin, derketin holê û êrîş birin ser birîndaran û girseyê. Jixwe ev tenê jî diyar dike bê êrîş ji aliyê kê pêk hatiye, çiqasî bi organîze ye û ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin.

Endama HDP’ê Dîlan Îvrendî jî der barê bûyerê wiha got:

‘’POLÎSAN GULE LI BIRÎNDARAN REŞAND’’

“Polîs bi bombeyên gazê, ava şid û guleyan ve ji girseya ku xwestin mudaxeleyî birîndaran bikin re bûn asteng. Ger ev êrîşa polîsan pêk nehata wê mudaxeleyî birîndar bihata kirin; li qadê gelek hevalên me yên tenduristvan hebûn, kesên birînên wan sivik lê ji windakirina xwîna zêde jiyana xwe ji dest dan wê bihatana rizgarkirin, lê vê êrîşa polîsan ket pêşiya vê mudaxeleyê û me gelek hevalên xwe bi şiklî winda kir. Berî her tiştî plankirî bû. Her tişt bi nîzamekê kete dewrê. Em ti carî vê komkujiyê ji bîr nakin, em ê hesab bipirsin.”

Fadîle Dayan bûyer wiha nirxand:

‘’EV ŞERÊ DESTHILATIYÊ YE’’

“Ev şerê desthilatiyê ye, ne şerê gel e. Ev şerê Qesra Qaçax e. Qatilê leşkeran jî AKP’e ye, yên sivîlan, pitikan jî yek qatilên wan heye, ew jî AKP’e ye. Bila her kes vê zanibe. Divê AKP’e ya faşîst bicehime, ger li ser serê me bimînin wê zêdetir cenaze werin, gelek komkujiyên din jî çêbibin. Hevalên me yên me bi hev re taştê xwar li ber çavên me hatin qetilkirin. Vê komkujiyê bibînin, li hember AKP’e ya faşîst serî hildin.”

...