Şahid: 4 sivîl û 3 polîsên fermî li Korkmaz dan
Şahid: 4 sivîl û 3 polîsên fermî li Korkmaz dan
Şahid: 4 sivîl û 3 polîsên fermî li Korkmaz dan
Di lêpirsîna kuştina xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz de şahidekî duyemîn derket holê û diyar kir ku 4 sivîl û 3 polîsên fermî, li Korkmaz dane.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, şahidê ku ji şaneşîna xwe li bûyera rê li ber kuştina Korkmaz vekir temaşe dikir û got, "Ji kolanê dengê 'li min nedin, ez mirim' dihat, xwediyê firnê tiştek nedikir û hema lê temaşe dikir. Şahid da xuyakirin ku dûre 4 sivîl û 3 polîsan bi ço û bi dara berû li Korkmaz didan û got, "Min di destê wî kesê sivîl de dara ter a ji dara berûyê dît. Li ser wî, eformanekî reş ê ji çonga wî heta jêrê xeta spî hebû. Vî kesî li ber firnê ji polîsan re digot 'eger hûn alî me bikin, emê hemûyan hal bikin.
Vî kesî bi polîsan re, li welatiyên ji wê derê derbas dibûn dixist. Vî kesî dîsa dengê xwe bilind kir û got, "Min îro 34 kes birin. Gava di rê de dihatim min digot emrê min 36 e, ezê 36 heban bibim."
Şahidê yekemîn ê piştî Korkmaz jiyana xwe ji dest da çû gel dozgeriyê û îfade da anîbû ziman ku polîsên sivîl ên bi ço û kesên dest bi dar, li Korkmaz dane.
Tevî vê yekê, li hemberî polîsên tevlî bûyera kuştinê bûne, tiştek nehat kirin û yek ji êrîşkarên dest bi dar S.K. yê 33 salî, piştî lêpirsîna duh serbest hatibû berdan.