Sabahattîn Alî hat bîranîn

Nivîskar û Rojnameger Sabahattîn Alî yê ku di sala 1948'an de hate qetilkirin li ser gora xwe bi strana ‘Benim Meskenim daglardir’ hat bibîranîn.

Nivîskar û Rojnameger Sabahattîn Alî yê ku di sala 1948'an de hate qetilkirin li ser gora xwe bi strana ‘Benim Meskenim daglardir’ hat bibîranîn.

Komîsyona li Dijî Windayên di Binçavan de ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi minasebeta Hefteya Têkoşîna Windayên di Binçav de ya Nivîskar û Rojnameger Sabahattîn Alî bi bîranî. Ligel malbatên windayan, endamên sendîkaya nivîskaran û endamên sendikaya DİSK ÎŞ’ê û gelek kesên din tevlî bîranînê bûn. Parêzvanên Mafê Mirovan û Dayikên Şemiyê qurnefîlan danîn ser gora Sabahattîn Alî û ew bi helbest û stranên Ali bîran.

Endama Komîsyona Sebla Arcan diyar kir ku ji sala 1995’an vir ve 17 û 31 gulanê wek "Hefteya Windayan" bi bîrtinin. Arcan anî ziman ku ÎHD û Dayîkên Şemiye îsal hefteya windahîyan diyarî Sabahattîn Alî dikin û wiha got: "Em di vê hefteya de Salahattîn bi bîr tînin. Em dixwazin ku Alî ku hatiye qetilkirin derkeve holê. 67 sal em nizanin çi bi serê Sabahattîn Alî hatiye. Heya niha hemû desthilatdaran kuştina wî veşart. Di destê AKP’ê de belge hene lê bi hinceta demboriyê dibêje belge hatine windakirin. AKP’ê jî li kevneşopiya dewletên kuştinan diparêzin berdewam dike."

‘BILA GIRTÎGEHA SÎNOPÊ BIBE MUZEYA SABAHATTÎN ALÎ’

Arcan derbirî ku Sabahattîn Alî ji aliye polisan vê dihat şopandin û medyayê jî ew wek hedef nişan dida. Arcan bilêv kir ku ji ber vê yeke Alî xwest derkeve derveyî welat û wiha axivî “Lê kese ku dê wî derxista derveyî welat sîxurê Alî Erten derket û wî sixurî Sabahattîn Alî bir Kirklareliyê û ji wê rojê ve tu agahî ji Sabahattîn Alî neyên girtin. Di 16 hezirana 1948’an de cenazeye Alî ji aliye şivanekî ve tê dîtin lê cenazeyê Alî nadin malbata wî û tê windakirin.” Arcan da zanîn ku her çiqas tiştê hatiye serê Sabahattîn Alî bê veşartin jî diyar e ku Alî ji aliye dewlete vê bi komployekê hatiye kuştin û wiha pê de çû: “Bila edî ev bêedelatiya 67 salan bi dawî bibe. Bila dewlet qatil û gora Alî aşkere bike û li pêşberî raya giştî ji hemû kesî lêborîna xwe bixwaze. Bila dewlet dosyaya têkildarî qetilkirina Sabahattîn Alî de bi raya giştî re parve bike. Bila girtîgeha Sînopê ya ku Sabahattîn Alî lê helbesta ‘Aldirma gonul’ nivîsiye bibe muzeya Sabahattîn Alî. Dewlet bila li xwe mikur bê. Çend sal jî derbas bibin em Sabahattîn Alî ji bîr nakin."

'HETA DAWIYA EMRÊ XWE EM Ê LI PEY TÊKOŞÎNA XWE BIN'

Piştî Arcan Jiyan Tosun nameya ku keça Sabahattîn Alî, Fîlîz Alî nivîsî xwend. Dayîk Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî axivî û Sabahattîn Alî bi bîrxist. Yildiz da zanîn ku ev 67 sal in edalet nehatiye cih. Dayika Şemiyê Emîne Erbek jî axivî Alî bîranî.

Xwişka Rojnameger Metîn Goktepe Meryem Goktepê jî wiha axivî: "Li ser vê erdnîgariyê kê ji bo ronahiyê têkoşîn kiribe hate qetilkirin." Sekreterê Sendikaya Nivîskaran Agba Muslum Çelîk axivî û Alî bîranî.

Piştî axaftinan çalakî bi gotina strana ‘Benîm meskenim dağlardir’ bi dawî bû.