Êrîşên dagirkeriyê li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrîşên dagirkeriyê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de helwesta PDK'ê bi tundî hat rexnekirin û dirûşmeyên "Ji dagirkerî û xiyanetê re na" hatin berzkirin.

MÛŞ
Li navçeya Kopê ya Mûşê di pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê de têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hate vekirin de Hevserokê DBP’ê yê Kopê Siraç Çîftçî metna çapemeniyê xwend.  
 
Çîftçî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide li Herêma Kurdistana Federe dagirkeriyê mayînde bike, destnîşan kir ku avakirina baregehên leşkerî, kontrola nasnameyan û organîzekirina xebatên provokatîv ên weke şewatê yên dewleta Tirk ji rêveberiya PDK’ê ne serbixwe ne û wiha got: “PDK, bûye hêza rêxistinkirinê ya pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê Kurd. Axa başûrê Kurdistanê ya bi berdelên giran hatiye bidestxistin, bi boneya berjewendiyên xwe yên biçûk heba kiriye. Ev siyaseta paşverû ya rêveberiya PDK’ê ku li dijî berjewendiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê kurd dê bi tu awayî di nava civakê de bersivê nebîne.”
 
EDENE
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşan da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji dagirkirin û xiyanetê re na” hate vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr helwesta PDK’ê rexne ir û wiha axivî: “Îro roja penasekirineke rast bikin û têkoşînê ye. Rewşa ku PDK di nav de ye bi rastî jî xiyanet e. Gelê kurd bi kedeke mezin û bi berxwedaneke bênavber hin destkeftî bidestxistine. Sekinîna cem aqlê ku hewl dide destkeftiyên gelê kurd ji holê rake ji bilî xiyanetê ne tiştekî dine.”
 
AMED 
 
Êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê  Kurdistanê li Amedê jî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya li ber Rêxistina DBP’ê ya Bismilê hate dayîn de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku dest ji polîtîkayên dijminatiyê yên li ser gelê Kurd tên meşandin bê berdan û çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
Daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Sûrê bihata dayîn, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Rêveberên partiyê yên Sûrê bertek nîşanî rewşê dan û li dijî helwesta polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin.  Gelek welatî beşdarî daxuyaniya li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Peyasê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniya ku jin bi çarikên xwe yên spî tevlibûn de ev bang hate kirin: “Em şer naxwazin. Bila demildest ev şer were bidawîkirin û ev şerê qirêj xelas bibe.”
 
Li aliyê din li gelek navçeyên Amedê êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin.