Nobetên li dijî desteserkirinê hatine destpêkirin di roja 11’an de ne

Nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 11’emîn de berdewam dike. 

NOBETÊN LI DIJÎ DESTESERKRINA VÎNÊ

Çalakiyên nobetê yên li dijî AKP-MHP'ê ku vîna gel desteser dikin û Şaredariya Colemêrgê desteser kirine li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin dewam dikin.

AMED

Çalakiyên nobetê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan di roja 11’an de berdewam dikin. Di çalakiya nobetê ya li ber şaredariyan de pankartên bi Kurdî û Tirkî yên "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" hatin daliqandin. Şaredar, endamên meclîsê, TJA, DBP û DEM Partî, MEBYA-DER, TUAY-DER, OHD û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya nobetê de dovîzên "Dest nede vîna gel", “Em ê rê nedin qeyûman" û “Qeyûm biciheme" hatin hilgirtin. Beşdarên nobetê dirûşma “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye" berz kirin û li ber strana govend gerandin.

ÊLIH

Rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên bajar û navçeyan, TJA û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr tevlî çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê ya li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê hatiye destpêkirin bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Zext nikarin me bêzar bikin” û “Qeyûm wê derkevin, gel wê werin" hatin berzkirin.

SÊRT

Çalakiya ku li ber Şaredariya Sêrtê berdewam dike, ji aliyê Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, endamên meclîsê, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kes piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Şaredarî yên me ne” berzkirin û pankarta "Em ê destûrê nedin dagirkeriyê" hat vekirin. Çalakiya nobetê bi çepik û tilîliyan bi gerandina govendê dewam kir.

ÎZMÎR

Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirk (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) li ber Sumerbankê li dijî desteserkirina vînê  "Nobeda Edaletê" dabûn destpêkirin di roja xwe ya 9’an de berdewam kir. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de, pêşmalkên "Em li dijî qeyûman di nobeta edaletê de ne”li xwe kirin.  D”i çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. 

Çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû. 

RIHA 

Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Rihayê ji aliyê 5 endamên DEM Partiyê ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 11’an de dewam kir. Nobetên bi beşdariya hevşaredaran li ber avahiyên şaredariyên Serêkaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Hewag û Xelfetiyê hatine destpêkirin berdewam dike. Kesên beşdarî nobedê bûn bênavber dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî berxwedana Colemêrgê” û "Her der Colemêrg her der berxwedan" berz kirin.

STENBOL

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Kedê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7’an de berdewam dike. Di çalakiya nobetê de tîşortên “Qeyûm biciheme” li xwe kirin, pankarta "Taksim û Colemêrg a me ye, qeyûm biciheme” hatin vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê” û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) yê Stenbolê Îskender Bayhan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinan de banga têkoşîna hevpar hat kirin. 

Çalakiya ku bi stran û dirûşmeyan berdewam kir, bi banga jinên ku wê 18’ê Hezîranê nobetê dewr bigirin bi dawî bû.