Li Westanê protestoya qeyûmê: Hûn nikarin îradeya gel desteser bikin

Li Westanê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat protestokirin.

Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve dewam dikin. Li navçeya Westan a Wanê gel li ber şaredariya DEM Partiyê kom bûn û polîtîkayên qeyûman şermezar kirin.

Endama Meclîsa Şaredariyê ya DEM Partiyê Fîlîz Aslan daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, "Hikûmeta AKP-MHP'ê sûcên xwe didomîne. Zagon hatin rawestandin, mafê hilbijartinê û bijartinê ji destê Kurdan tê girtin. Hevşaredarê me yê Colemêrgê bi lez û bez hat binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wî kirin. Şaredariya me ya Colemêrgê di bin dagirkirinê de ye û ev darbeyeke siyasî ye. Îradeya gelê me hatiye xespkirin. Partiya me bi hêza ku ji gel digire wê demokrasiyê biparêze.”

Fîlîz Aslan axaftina xe wiha berdewam kir: "Li cîhanê pêşhilbijartineke bêhempa pêk hat, hevşaredarên me bi erêkirina gelê me hatin diyarkirin. Bi îradeya bi milyonan hatin hilbijartin. Ev îradeya Kurdan e, daxwaza aştî û demokrasiyê ye. Ev xespkirine kûmpase û talane. Qeyûm navê rêveberiya mêtingeriyê ye. Em ê destûrê nedin wê. Bi zordarî û tundiyê hûn nikaron îradeya me desteser bikin.”

Girseya gel bi dirûşma 'Zext nikarin me bêzar bikin’ li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.