Rapora Girtîgeha Tîpa S a Kavakliyê: Êşkence, muameleya xerab û provokasyon 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakliyê ya Samsûnê amade kiribû eşkere kir. 

Rapor li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hat ragihandin. Di daxuyaniya ku endamên komîsyonê jî amade bûn, metna rapora binpêkirinê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici ve hat xwendin. Di daxuyaniya komîsyonê de hat diyarkirin ku girtî rastî muameleyên ne li rûmeta mirovan tên. Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakliyê rastî zextên weke jimartina li ser piyan man.

Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku li girtiyan îşkence hatiye kirin û dirûşmeyên “Welat nayê parçekirin” hatin berzîn. 

Di berdewamiya raporê de hat parvekirin ku di bûyera 4’ê Adarê de 11 girtî rastî tundiyê hatine û xwarin nedane van girtiyan. Her wiha hat diyarkirin ku di vê demê de li 4 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê hatin sewqkirin lêgerîna tazî li wan hatiye kirin û rastî îşkenceyê hatine. Her wiha di raporê de hat ragihandin ku girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê anîne lêgerîna tazî red kirine û li qawîşê rastî îşkenceyê hatine. Her wiha di raporê de agahî hat dayîn ku hin gardiyan bi çalakiyên provokatîf tevdigerin û porsiyonên xwarinê têra mirov nake. Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin, rêveberiyê cezayên cuda birîn û girtiyan li hemberî van cezayan nerazîbûn nîşan dan.