Li ser rêya Colemêrgê aşût çêbû: Kesek mir, 14 kes jî birîndar bûn
Mînîbusa rêwiyan a ku di Taxa Xoşebê ya Payîzava ya Wanê derbas dibû di bin aşûtê de ma. Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa rêwiyan a ku di Taxa Xoşebê ya Payîzava ya Wanê derbas dibû di bin aşûtê de ma. Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya navbera Wan û Colemêrgê herêma 32’yemîn de aşût çêbû. Hat hînbûn ku mînîbusa rêwiyan dema di Taxa Xosebê ya navçeya Payîzava ya Wanê de derbas bû, di bin aşûtê de ma.
Di encama aşûtê de kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku kesek jî winda ye.